15 kes sewqî Girtîgeha Evînê hatin kirin

Çavkaniyên serbixwe ragihandin ku 15 kesên ku di xwepêşandanên dawî yên li Tehranê de hatine binçavkirin, sewqî Girtîgeha Evîn hate kirin.

15 kes sewqî Girtîgeha Evînê hatin kirin

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên nûçeyan, 15 kesên di xwepêşandanên li Tehranê de hatine binçavkirin, sewqî yekîneyên cuda yên Girtîgeha Evînê hatine kirin. Rapor, lîsteya pêşîn û dema veguhestinan vedihewîne, lêbelê hêj hinek hûrgulî bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin.

Rêxistinên mafên mirovan ên li derveyî Îranê, ragihandin ku di nava kesên ku hatine sewqkirin de herî kêm 6 jin ji bo qawîşa jinan hatine şandin. Saziyên sivîl û mafên mirovan, diyar kirin ku  der barê cihê kesên ku hatine girtin, sûcdariyên li dijî wan û gihîştina parêzeran de şefafî nîne. Raporan, nîşan didin hinek berê li navendên herêmî an îstîxbaratê hatine girtin û piştre sewqî Girtîgeha Evînê hatine kirin û ev yek jî xetereyên muameleya xirab û windabûna bi zorê dihewîne.

Asta xwepêşandanên giştî û pêla binçavkirinan, daxwazên saziyên navneteweyî û civaka sivîl yên ji bo zelalkirina rewşa kesên hatine binçavkirin û misogerkirina mafên wan ên bingehîn, zêde kir. Rêxistinên mafên mirovan, bang li rayedaran kirin ku lîsteya binçavkirinan, cihên girtinê û sûcdariyên fermî eşkere bikin û xwegihandina parêzer û malbatê mîsoger bikin.

Her wiha kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinan re’ 101 hefteyê bênavber didome û li dijî polîtîkayên zextê bû sembola berxwedana sivîlan.

Girtîgehên Îranê, ne tenê cihên girtina xwepêşanderan ne, veguherî navendên berxwedan û daxwazên mafan lê didome. Her wiha rûxmê sansûr û zextê jî, deng digihîje derve û di civak û medyaya dijîtal de deng vedide.