Xizmên windayan, aqûbeta Mehmet Yildiz û Çetîn Abayay pirsîn

Xizmên windayan li Amed û Elihê aqûbeta dosyayên Mehmet Yildiz û Çetîn Abayay ên hatin windakirin pirsîn.

Amed/Elih - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” lidarxistin. Xizmên Windakiriyan ya di hefteya 703’yan çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê li hev civiyan, wêneyên xizmên xwe yên hatinê windakirin rakirin

Endama Komisyona Xizmên Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Derya Yildirim a di çalakiyê de axivî, serpêhatiya Mehmed Yildiz ê ku di sala 1992’an de li navçeya Pasûr a Amedê hat windakirin û carek din agahî jê hat girtin, vegot.

Di daxuyaniya ku hate dest nîşan kirin Mehmet Yildiz 22’ê Tîrmeha sala 1994’an de hate binçavkirin û jî vê dîrokê heta niha windayê, hate diyar kirin ku ji vê dîroka heta niha agahî nehatiye girtin. Xizmên Windayan piştî daxuyaniyê  çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Ji Êlihê bang kirin

Li Êlihê jî ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya 539'an pêk anîn. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de çîroka Nûnerê Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê di 29'ê Tîrmeha 1992'an de rastî êrişa çekdarî ya sê kesan hat û jiyana xwe ji dest da vegotin.  Dema hate bir bîrxistin ku Çetîn Abayay, di destpêka meha gulana sala 1992’yan weke Nûnerê Rojnameya Ozgur Halkê yê Êlihê dixebitî, hate diyar kirin ku lelek caran hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku Çetîn Abayay rastî êrişa çekdarî hatiye, jiyana xwe ji dest daye û hêj jî kiryar nehatine darizandin.