Dayikên Şemiyê li Rihayê aqûbeta wendayan pirsîn

Dayikên Şemiyê, daxuyaniya xwe hefteya 905'an li Rihayê lidarxistin û aqûbeta windayên xwe pirsîn.

Navenda Nûçeyan -  Dayikên Şemiyê, di hefteya 905'emîn de çalakiya xwe ya ji bo hînkirina xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên wan ku her hefte li Stenbolê li dar dixistin, vê heftê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa aqûbeta 3 cenazeyên ku li gundê Arabûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê hatibûn dîtin û faîlên wan hat kirin.  Di çalakiyê de aqûbeta 3 cenazeyên ku di 7'ê Hezîrana 2022'an li gundê Arabûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê hatibûn dîtin, hat pirsîn. 

Di çalakiyê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Summeyye Koç axivî û bi bîr xist ku xizmên windayan Hûseyîn Taşkaya, Nazim Babaoglû, Adnan Bagca, Faîk Kevcî, Ahmet Kalpar û Şefik Geçgel derbarê mijarê de di 25'ê tîrmehê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dane û xwestine ku lêkolîna DNA'yê ya cenazeyên hatine dîtin bên kirin. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku malbat bi salan e daxwaza edaletê dikin û hat destnîşankirin ku windayan ne kiryar diyar in û divê kesên ferman dane bên darizandin.