Xizmên windakiriyan li aqubeta 5 kesên hatin qetilkirin pirsîn

Xizmên windakiriyan di vê heftiya çalakiya xwe de li aqûbeta Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn.

Amed - Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 727’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqûbeta kujerên Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di 6’ê Adara sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amadebûn. 

Çîroka kesen ku hatine qetilkirin ji aliyê Endama Lîjneya ÎHD’a Amedê Derya Yildirim vê hat xwendin û çîroka kesên hatien winda kirin bi vî awayî hate vegotin:  “Hevjina Suleyman Gaysak, Leyla Gaysak derbarê qetilkirinan de gotibû, ‘Hevjîne min karê kirin û firotina lawiran dike, hevjînê min telefon fa apê min Emer, bi apê min ve ji malê derketin. Piştî bûyerê min zanî bi mirovê me İzzettin û Yahya re derbazî derdorên Silopî bûne. Piştî ew ji malê derketin 20 deqe derbasbûn kesek nenas telefon li malê kir û got mirovên we revandine, yek ji wan li mezraya Holana Jêr qetilkirine. Ez jî çûm nexweşxaneyê, lê ji ber ku li ber nexweşxaneyê panzer hebû min nekarî  bikevim nexweşxaneyê heqaret li min kirin û ez qewirandim. Me jî dest bi lêgerina hevjînê min û xizmên me kir. Piştî 3 rojan me li mezraya Kirijê ber bi Bozalan ve rêçên wesayiteke dît, me rêç şopandin û li pêy şopa rêçê em rastî kortekê hatin. Di kortê de me cenazeyên xizmên xwe dîtin.’

Bi îşkenceyê hatin qetilkirin

Îsa Akman jî wiha gotibû: “Leyla Gaysek, kurê û Yahya jî di nav xizmên me yên ku hatibû windakirin de bû. Me xwest daxwaznameyê bidin dozgeriyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê lê polîsan destûr neda ku em têkevin hûndir û xizmên me derb kirin. Min di kortê de rûye zarokê xwe Yahya nas kir. Tiliya zarokê min a gustîlê jê kiribûn û gustîl biribûn. Bedana her çaran jî pir hatibû hincirîn. Me cenaze xwe bi matorê anîn. Ez ji Abdulhekim Guven, Bedran û Selîm Xoce yê ku zarokê min bi zorê xistin torobeyeke spî de û ji wan kesên ku ew emir dane wan re gilîkar im.”