Reyhaneh û Xezal Pakzad bi kefalet hatin berdan

Reyhaneh û Xezal Pakzad ku du hemwelatiyên Behaî yên li bajarê Zahedanê dijîn, piştî çend rojan di bin çavan de man, bi kefalet hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên Behaî Xezal û Reyhaneh Pakzad ên li Zahedanê dijîn di 7’ê Çileyê de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatibûn girtin, piştî çend rojan her yek ji wan bi kefaleta 500 milyon tûmenî hatin berdan.

Li gorî agahiyan herdu xwişk bi sedema çalakiyên xwe yên li qada sîber û piştgirîdayîna serhildana şoreşgerî hatine girtin û piştre hêzên ragihandinê dest danîn ser rûpela wan a înstagramê û hat ragihandin ku ji ber binpêkirina qanûnên Komara Îslamî û belavkirina naverokên sûc, hatine darizandin.

Divê neyê jibîrkirin ku şêwekara kostumê Gazal Pakzad û Reyhaneh Pakzad perwerdekarên melevaniyê yên jin in.