Xizmên girtiyan xwestin demildest gav bên avêtin

Xizmên girtiyan li Amed û Îzmîrê xwestin ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin demildest gav bên avêtin.

Navenda Nûçeyan- Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, li Amedê dabûn destpêkirin di roja 260'emîn de berdewam kir.

“Nobeta Edaletê” ya Xizmên girtiyan îro bi daxuyaniya li ber Girtîgeha Amedê ya Tipa D’yê hat dayîn, berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) piştgirî dan çalakiya malbatan. 

“Em dibêjin êdî bes e”

Di çalakiyê de ewilî xwîşka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada ani ziman ku tevî ew qas meh li pey xwe hiştine jî partiyên siyasî ku soza piştgiriyê dabûn wan bi cih neanîne û heta niha rêyedarên dewletê jî daxwazên wan qebûl nekiriye û çareseriyêk nedîtine. Ada diyar kir ku herî dawî li Girtîgeha Amedê 4 girtî hatine sirgûnkirin û wiha got: "Êdî bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û tevî ku cezayê wan qediyaye jî girtî nayên berdan. Poşmantiyê li ser zarokên me ferz dikin. Lê zarokên me di doza xwe de poşman nînin. Heta xwîn di canê me de hebe jî em ê li pey doza wan bin. Êdî bes e bila cenaze ji girtîgehan dernekevin.”

Dayika girtî Azîz Tufan, Yesûre Tufan jî axivî. Yesûre Tufan anî ziman ku 4 girtî sirgûnî bajarên dûr hatine kirin û got: " Nuar Kaymaz, Behçet Bayhan, Selahattîn Aslan, Arîf Onkol hatine sirgûnkirin. Em vê zilmê qebûl nakin û dibêjin Êdî bes e.”

Daxuyanî, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû. 

Di nobeta edaletê de daxwaza berdana Aysel Tugluk

Li Îzmîrê jî xizmên girtiyan di roja 94’emîn a nobeta edaletê, daxwaza xwe berdana Aysel Tugluk a nexweşa demans û girtiyên nexweş dubarê kirin

Dayika girtiyê nexweş Hanim Sever di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk û wiha got: “Demans ji bo Çevîk Bîr tenê demans e. Lê Aysel Tugluk tevî ku demek dirêje nexweş e jî nayê berdan. Ew nikarebi tena serê xwe bijî. Ez gazî Wezareta Dadê û Serokkomar dikim, destê xwe deynin ser wîjdana xwe û bila girtiyên nexweş berdin. Heke ku Aysel Tugluk xizma wan bûya wê wisa bifikiriyan? Em dayikên aştiyê ne û edaletê dixwazin. Em ji bo aştî û edaletê li vir in. Bila êdî tu dayik negirîn. Bila dawî li girtin û binçavkirinan bînin. Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan.” 

“Îşkence li ser îşkenceyê tê kirin û girtîgeh veguherîne malên mirinê”

Hevseroka HDP’a Navçeya Foça Mukaddes Işik jî destnîşan kir ku girtiyên siyasî dîl hatine girtin û xwestin di serî de girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Işik anî ziman ku li şûna Aysel Tugluk berdin bi darê zorê îfadeya wê digirin û wê didarizînin û ev tişta li dijî Ayselê dikin nayê qebûlkirin, îşkence li ser îşkenceyê tê kirin û girtîgeh veguherîne malên mirinê.