Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: 77 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya rapora xwe ya meha Tîrmehê eşkere kir, bal kişand ku 77 rojnameger girtî ne.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê derbarê gelek rojnamevan bi hincet nîşandana nûçe, bername û parvekirinê wan doz tên vekirin û birayara girtinê tê dayîn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirna mafê rojnamevanan a meha tîrmehê weşand.  Di raporê de hate diyar kirin ku zextên li ser rojnamegeran her meh zêdetir dibe. Di rapora ku hat destnîşan kirin her meh ji bo rojnamegeriyan lîsteyek hin dirêjtir tê girtin, hate diyar kirin ku di meha Tîrmehê de tundiya li hemberî rojnamegeran zêde bûye.

Rojanamevan hatin derp kirin

Komaleya me û Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê dema ku xwestin li Ûlûsa Enqerê daxuyanî bidin polîsan bi serda girt û bi lêdan ê şefê Buroya Enqerê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û nûçegihanê nuçeyên KaosGl Yildiz Tar binçav kirin. Her wiha di serdema vê êrişê de kamereya nûçegîhanê Ajansa PÎRHA’yê Eren Guven ji aliyê polîsan ve hat şikandin.

 “Li ser rûyê Emel Vural gaza îsotê hat bi kar anîn”

Em bi zêdebûna tundiya li ser rojnamegeran re derbasê meha tîrmehê bûn. Di her cure şert û mercan de rojnameger ji bo çêkirina nûçeyan xwedî mafekî azad in. Lê belê li Tirkiyê sînorên pêkanîna vê “azadiyê” her ku diçe şêlû û xumam dibe. Li Enqerê di kêliya polîs êriş bir ser 'Meşa Rûmetê' jî gaza îsotê pir ji nêz ve bi kar anîn û kirin çavê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel Vural. Her wiha nûçegihana KaosGL.org’ê Asli Alpar ji ber mudaxeleya polîsan ji nigê xwe birîndar bû.

 “Li Amed û Rihayê li dijî rojnamegeran tundî“

Di meha tîrmehê de nûçeyeke êrişê ya bi destê avukatek pêk hat ket ser malperên nûçeyan. Parêzer Fevziye Karaer êrişî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê  Yakûp Demîr kir. Ji ber êrişa Karaer nûçegîhan Demir ji ser çavê xwe birîndar bû. Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, ji ber ku daxuyaniyeke HDP’ê kir nûçe û di malpera xwe de weşand Şaredarê Bêrecûkê yê AKP’î Mahmut Mirkelam li rojnameger Kerem Kirpaç da.

16 rojnameger hêj girtî ne

Li Amedê 16 rojnameger di 8 heziranê de di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin û di 16 hezîranê de dadgehê bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” biryara girtinê wan dabû û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Piştî girtinê hat hînbûn ku 12 rojnameger ji wê rakirine û sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê ya hejmarên 1 û 2 kirine.  Di vê mehê de jî rojnamegerên bi navê Ali Ergin Demirhan,  Canan Coşkun, Bariş Pehlivan, Nurcan Yalçin, Can Atakli, Ozgur Bogatekin, Fatih Tezcan, Oznur Deger, Ugur Yilmaz û Hasan Tolga Balci di listeyên korîdorên mehkemeyan de hatin dîtin.

Li girtîgehên Tirkiyê 77 rojanamevan girtî ne

Li gor çavdêriya rapora me ya tîrmehê 77 rojnameger li Tirkiyê di girtêgehê de ne. Em bi vê munasebetê dibêjin li dijî çapamenî û azadiya ramanê divê her cure zext, sansur û tundiya heyî bê bidawîkirin. Rojnamegerî bi binçavkirinan, bi darizandinan, bi sansurkirinê, bi zext û tundiyan nayê reşkirin û astenkirin.