Xizmên girtiyan: Ji ber em kurd in vê zilmê li me dikin

Xizmên girtiyan di roja 295’emîn a nobeta edaletê de xwestin dengê wan bê bihîstin.

Amed- Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo bên berdan dane destpêkirin, di roja 295'an de ye. Xizmên girtiyan îro jî li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê bang li rayedaran kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78'an, Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan. 

Bila ji bo me jî edalet pêk were”

Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî Guler da zanîn ku kes nabe dengê çalakiya wan û got ku Serokkomar, Wezîrê Dadê û partiyên siyasî guhê xwe ji daxwazên wan re digrin û wiha axivî: "Li girtîgehan kesên temenê wan mezin di bin şert û mercên giran de ne. Gelek girtiyên nexweş êdî xizmên xwe jî nas nakin. Jineke 83 salî wê çi zirara wê li dewletê bê? Neviyên xwe jî nas nake. Edaleta ji bo her kesê bila ji bo me jî bê. Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin. Ji ber em Kurd in vê zilmê li me dikin. Xwelî li serê we be."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" û bi çepikan bi dawî bû.