Kombûna malbatên girtiyên darvekirinê di roja duyemîn de ye

Hejmarek malbat û xizmên girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, li ber avahiya dadweriya Tehranê çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Malbat û xizmên girtiyên mehkûmî bidarvekirinê, li ber avahiya dezgeha dadweriya Tehranê kom bûn û bi şermezarkirina berfirehkirina darvekirina girtiyan, daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê bilêv kirin.

Li gorî wêneyên ku li ser torên civakî hatine weşandin, van malbatan bi hilgirtina pankartên ku li ser “Ji darvekirinê re na” nivîsîbûn, daxwaza rawestandina darvekirina girtiyan kirin. Hêjayî gotinê ye ku hejmarek malbatên girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, li ber Dadgeha Şoreşê ya Kerecê kom bûn û daxwaza betalkirina cezayê darvekirina girtiyan kirin.

Di mehên borî de cîbicîkirina hukmên bidarvekirinê di Îranê de du qat zêde bûye û çalakvanên mafên mirovan jî di vê derbarê de hişyarî dabûn, lê hikûmeta Îranê bi armanca tepeserkirina civakê ji bo rêgirtina li xwepêşandanên dijî hikûmetê, vê rewlê didomîne. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di amarên herî dawîn ên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye weşandin, li gor amarên dawî di 6 mehên destpêkê yên sala 2022’an de darvekirin du qat zêdebûye.