Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji 16 rojnamegerên Kurd re hat dayîn

Komeleya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an da 16 rojnamegerên kurd ên di meha borî de li Amedê hatibûn girtin.

Navenda Nûçeyan - Turkish Journalists Association (Komeleya Rojnamevanan a Tirkiyeyê), Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an da 16 rojnamevanên ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de jî hatibûn girtin. 

Komeleyê di daxuyaniya xwe ya der barê xelatan de wiha got: “Di demeke ku hilbijartinên giştî nêz dibin de, ji bo agahî negihên ber destê welatiyan 16 rojnamevanên kurd; Abdurrahman Oncu, Azîz Orûç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Lezgîn Akdenîz, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Sûat Dogûhan û Zeynel Abîdîn Bûlût hatin girtin. Xelata me ya ji bo wan di hemanê demê de ji bo hemû rojnamevanên ku xebatên wan hatine astengkirin û rojnamevanên girtî ye.