Li dijî dagirkeriyê jinan berxwedanekê bê hempa dimeşînin

Dema ku jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin, bala hemû cîhanê û jinên ji sedan welatan kişandin ser şoreş û gava nû ya li Rojhilata Navîn hat avêtin.

SORGUL ŞÊXO

Dema ku jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin, bala hemû cîhanê û jinên ji sedan welatan kişandin ser şoreş û gava nû ya li Rojhilata Navîn hat avêtin. Teqez, karê ku hat kirin, ked û berdelên giranbuha ku hat dayîn jinên Kurd û tevahî jinên din bigihîjin vê rojê ne hêsan bûn. Jina Kurd gava destpêkê avêt, paşê bi milyonan jinên cîhanê jê hêza xwe girt û dikaribûn li welatên xwe guhertinan çêbikin heya ku derkevin kolanan û daxwaza mafên xwe bikin. Her wiha wêneyên jinên Kurd ku di şerê li dijî DAIŞ’ê û dewleta tirk ku endamê NATO’yê ye jiyana xwe ji dest dane, li welatên din tên rakirin, kolan ango saziyên derveyî welat li ser navê şehîdên jin ên Kurd tên vekirin.  

Astengî hatin derxistin

Gavên ku jinên Kurd avêt gaveke ku dîrok û çarenûsa bi hezaran jin bi xwe re da guhertin. Sîstemên desthiladar û bi taybetî dewleta tirk xwest meşa jinên Kurd a ber bi azadiyê, hişmendiya civakê didin guhertin, rawestînin. Jin bi awayekî pir hov qetil kirin her wiha cenazeyên şervanên jin li Bakurê Kurdistanê bi erdê re kaş kirin, dayikên Kurd ên ku li dijî faşîzmê ber xwe dan ew qetilkirin û bi rojan cezane li erdê di bin baranê de ma. Jinên birêxistinkirî bi fikra ku divê her jin azad be jinên kole perwerde dikir û hêviya guhertinê dida yên dîlgirtin, çavên rastiyê ku bi pênûsa xwe encamên şoreşê û pêve girêdayî bandora jinan li ser wan dinivîsandin hatin girtin û kamereya wan hat şikandin. Rê li ber jinên xebatên dîplomasiyê dikirin girtin û hewl dan ku nehêlin danûstendin û têkilî bi welatên din re çêbikin. Bi her awayî hewl dan ku meşa jinên Kurd bidin rawestandin.

Hewl didin destpêkê li cihê ku şoreşê dest pê kir têkçûnan pêk bînin

Dixwestin li ser asta cîhanî jinên kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cihê destpêkirina Şoreşa jinan û jiyanê bidin şikandin. Ev yek jî di riya êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 2018'an de dabû destpêkirin. Li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li van deveran li cihê destpêka dîroka mirovahiyê û şaristaniyê xwestin di wan deveran de jinan binax bikin. Jina Kurd a ku bûbû striyek di çavên dijmin de, dikaribû xwe biparêze û planên wan vala derbixin. Çawa strî gula xwe diparêze, jin jî wiha ye destkeftiyên xwe bi çi awayî were xwestin dikare biparêze. Çawa mêş bêhnê ji gulê digre û hingivê çêdibe, mirov gulê bêhn dike û bi xweşikbûna welatê xwe hîs dike, jin jî heman tiştî dikin. Ji bo xweşikbûna welatê xwe bedelên pir giran dide. Bi pênûs, lênûs, kamera, çek û mejiyê xwe ewqas destkeftiyên ku bûye malê hemû jinên cîhanê diparêze. Li vir jin ne tenê wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin lê belê wekî kanî û jêdera hêz û vîna hemû jinên cîhanê lê dinêrin û wê diparêzin. Jinên Efganistanê jî ji tecrubeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pir ecibandibûn û têkilî navbera wan de jî çêbûbûn.

Tevî kiryarên li dijî jinan jî tu hesab ji kiryar û kujeran nayê pirsîn

Bûyerên niha li dijî jinan li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çêdibin ne tiştekî ji rêzê ye. Ev planên ku ji aliyê gelek hêz û welatên ku dijberî jinan in hatine pilankirin û pêkanîn. Lê ya ku bala mirovan dikşîne ew e ku çima rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan li dijî van bûyeran bêdeng in. Bêdengiya hêzên cîhanê ji qetilkirina jinan di deverên şer de û cezanekirina sûdaran pir xeter e. Tevî ku li gelek cihan qatil tên nasîn jî nayên darizandin. Di darizdanina kujeran de jî bi awayekî polîtîk tevdigerin. Mirov bala xwe bidê û binêre heya niha qatilê Hevrîn Xelef li ku ye? Hatiye darizandin an na? Dema ku mirov li rastiya vî şerî dinêre, dibîne ku hemû şer li ser jin, şoreş û bedena wan e. Êrîşên li ser axê di heman wextê de êrîşên li ser şoreşê ne. Tovên mirovahî û azadiyê ku li ser vê axê hatine reşandin ne mumkun e rojekê şîn nebin. Heya jinên di bin dagirkeriyê de ne, serî hil didin û kîna xwe li hember dagirkeran nîşan bidin. Her çiqasî derfetên wan ên serhildanê û li dijî siyaseta înkarkirina jinan kêm jî be lê dengê wan tê herêmên din.

Wê encamên têkoşîn û berxwedanê mezin bin

Çawa jinên Kurd û tevahî herêmê wekî lehiyê daketin qadan û destkeftiyên binirx ku bûye malê hemû jinên cîhanê bidest xistin, niha di sala 2022'an de bi heman ruhî li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind dikin, civaka xwe birêxistin dikin û wan ji bo şerê gelê şoreşgerî amade dikin. Dîsa a ku pêşengtiya vê berxwedana dîrokî li dijî dagirkeriyê dike jin e. Ji roja yekemîn a destpêkirina Şoreşa Rojava de dilê faşîstan dikele, disoje û agir ji çavan dibare. Çav bar nabin ku gelê Kurd bi pêşengtiya jinên lehing û wêrek wekî Bêrîvan, Silava, Jînda, Arîn, Barîn û Avêstaya ku bi çalakiya xwe ya fedayî li hember faşîzmê qîriya û got li ser vê axê em dagirkeriyê qebûl nakin, di bin sîwanekê de kom bibin û artêşa xwe mezin bikin. Çawa lehî diherike û nasekine, gel û jinên Kurd jî wiha ne, bi biryardayina xwe wê bikaribin dagirkeran têk bibin û wan fêrî dersên berxwedan û têkoşînê bikin. Kurdan tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye niha jî qebûl nakê. Ji bo parastina axa Kobanê cihê destpêkirina şoreşê wê bi hezaran ango bi milyonan kes xwe bikin qurban, ne tenê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê ji hemû cîhanê wê jinên ciwan û ciwan ber bi wê ve biherikin. Dewleta tirk ku dîsa gefên dagirkirinê dixwe, bê guman wê rastî berxwedaniyeke mezin û ne ji rêzê were.

Têkoşîna jinên Kurd nayê rawestandin, meşa wan wê berdewam bike û bi hezaran jinên din jî wê tevli meşê bibin û bêguman wê encamên têkoşîn û berxwedanê mezin bin û bi dilê hemû jinan be.