'Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' ji Dayikên Şemiyê re hat dayîn

"Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ya Odeya Tabîban a Amedê ji Dayikên Şemiyê/Gel re hat dayîn. Besna Tosun got: "Tundiya ku di salên 90'î de li dayikên me kirin, îro jî li nifşên duyemîn û sêyemîn tê kirin."

Navenda Nûçeyan - Odeya Tabîban a Amedê ji bo "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" li Salona Konferansê ya Baroya Amedê Tahîr Elçî merasîmek li dar xist. Gelek saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan beşdarî merasîmê bûn. Di çarçoveya merasîmê de panela bi sernavê “Dayikên Şemiyê/Lêgerîna Gel a rastiyê” hate lidarxistin. Di panela ku bi moderatoriya Doktor Halîs Yerlîkaya de, Komîsyona Li Dijî Windayên Di Girtîgehê de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Besna Tosun, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban weke gotarvanbeşdar bûn.

‘Dayikên Şemiyê yek ji mînakên herî mezin ên lêgerîna heqîqetê ne’

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di axaftina vekirinê de diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer li Tirkiye û cîhanê binpêkirinên mafan ên giran hene û got, "Dema ku me hê ji bandora pandemiyê derneketibû, erdhej pêk hat û gelek mirovê xweme winda kir. Bi demê re me fêm kir ku tenduristî ji bo her kesî mijarek bingehîn e. Me dîsa dît ku Tenduristî ne tenê rewşa bedenî ye. Em dibînin ku hawîrdor û rewşa siyasî ya ku em tê de dijîn bandorê li me jî dike.. Dayikên Şemiyê yek ji mînakên herî mezin ên lêgerîna heqîqetê ne."

‘Li Tirkiyeyê yekem car bi gaza îsotê li ser Dayikên Şemiyê hat bikaranîn’

Besna Tosun ku di panelê de serpêhatiyên xwe yên hevdîtinên bi Dayikên Şemiyê û ÎHD'ê re parve kir û got: "Windakirina di girtîgehê de sûcekî ku hemû civakê dike hedef. Armanc çewisandin û tirsandin e û bi giranî bi ser dikeve. Gelek kes nizane bes li Tirkiyeyê cara yekem gazê îsotê li ser dayikên Şemiyê hat bikaranîn  bi ser nakevin. Şîdeta ku di salên 1990'î de li dayikên me kirin, îro jî li ser nifşê duyemîn û sêyemîn tê kirin. Lê neçar man gav paş de biavêjin. Dayikên Şemiyê ev tişt nîşanî me dan: Belê, pir zor û westandin e, lê bi destnedana têkoşînê em dikarin bi ser bikevin."

Xelata Dayikên Şemiyê

Piştî panelê ji bijîjkên ku sernavên akademîk wergirtin û 25 saliya xwe ya pîşeyê temam kirin, plaket hatin dayîn. Sînevîzyona merasîma xelatdayînê hate pêşandan. Piştre Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglû sedema xelatê xwend û li ser navê Dayikên Şemiyê/Gel xelat da Besna Tosun.