Hejmara 54’an a Kovara Jin derket

Hejmara 54’an a Kovara Jin bi berga “Jin dê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser bikevin” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 54’an Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Jin dê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser bikevin” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara vê hefteyê de têkoşîna jinan a di qada siyasetê de û destkeftiyên wan ên ku di vê têkoşînê de qezenc kirine hatin nirxandin.

Nivîsên di hejmara 54’an de cih girtin wiha ne:

Dem a mor a siyasetê: Gultan Kişanak / Ebrû Gunay

Gultan Kişanak didarizîne / Bêrîtan Canozer - berhevkarî

Zextên dij-Kurd ên Tirkiyeyê gefekî çawa li jinên Rojhilata Navîn dixwe /Meghan Bodette - werger

8’ê Adarê û têkoşîna çînî ya femînîst / Hulya Osmanagaoglu

Li ser Jean Baudrillard: Windakirina heqîqetê û gerdûna sîmulasyonê / Ezgî Sila Demîr

Rayeya kuştinê ya dewletan / Şukran Demîr