Xelata ‘Aştî Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê

Odeya Bijîjkan a Amedê ragihand ku îsal xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” dane Dayikên/Mirovên Şemiyê.

Navenda Nûçeyan- Odeya Bijîjşkan a Amedê têkildarî xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ku ji sala 1996’an ve dide li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin pankartên bi Kurdî û Tirkî li ser “Ji tenduristî û azadiyê sexberî nabe” dinivîsîn, “Dest nede TTB’a (vîna) me” û “Bijîjî nikare bê darizandin, TTB nikare bê bêdengkirin” hatin daliqandin. Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Bijîşkên Diranan, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) beşdar bûn.

‘Em pêvajoyek awarte dijîn’

Di daxuyaniyê de Elîf Tûran axivî û da zanîn ku Odeya Bijîşkan a Amedê îsal xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” daye Dayikên/Mirovên Şemiyê. Elîf Tûran, destnîşan kir ku herêm di serdemeke ku polîtîkayên ne aştiyane tên meşandin re derbas dibe û got: “Em di pêvajoyeke awarte ku bi deh hezaran kesên daxwaza aştiyê dikirin û têkoşîna lêgerîna maf didan hatin girtin, bi tunehesibandina vîna gel re pêkanînên qeyûman berdewam kirin, akademîsyen hatin girtin, çapemenî di bin zext û sansureke giran de bû, kesê xwe di bin ewlekariya qanûnî de nedît û pêkanînên antî demokratîk berdewam dikin de derbas bûn. Hê jî em vê pêvajoyê dijîn. Tevî zext, binçavkirin û girtinan jî me hêviya xwe ya welatek û cîhaneke di nava aştiyê de mezin kir.”

Merasîma xelatdayînê di 9’ê Adarê de ye

Elîf Tûran da zanîn ku biryar dane xelatê bidin Dayikên/Mirovên Şemiyê yên tevî hemû astengiyên kêfî û bêhiqûqî dest ji pirsa aqûbeta xizmên xwe bernedane û di daxwazên xwe de îsrar dikin û ji 27’ê gulana 1995’an ve her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê bi awayekî aştiyane çalakiya xwe didomînin.

Elîf Tûran, destnîşan kir ku dê merasîma xelatê 9’ê Adarê roja Şemiyê saet di 14.00’an de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêk were.