Li Zanîngeha Rojava şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

Bi boneya hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek li dar xist.

Qamişlo- Rêzeçalakiyên kampanaya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” berdewam dikin. Îro jî Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Hola zanîngeha bi dirûşm û pankartên têkildarî 8’ê Adarê, hatibû xemilandin. Bi dehan xwendekarên zanîngehê, peymangeh, tevger û rêxistinên jinan di şahiyê de bi cil û bergên xwe yên gelêrî û rengîn amade bûn.

‘Bi hêviya ku her sal hêvî mezin bibin’

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava ev roj li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û xwest salên li pêş ji bo jinan salên hêvî, hêz û ezweriyê bin ji ber ku jin pêşeng in. Di şahiyê de stranên cuda li ser têkoşîna jinan ji aliyê stranbêjan ve hatin gotin. Her wiha komên awaz û stranan ên ciwan jî derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

 Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.