Wezareta Tûnisê û Cemiyeta Dewletên Ereban li hev civiyan

Wezîra Jin, Zarok û Malbatê ya Tûnisê û Alîkara Sekretera Giştî ya Cemiyeta Dewletên Ereban li hev civiyan. Ji bihêzkirina jinan a di warê aborî de heyanî pergala perwerdehiyê gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Tûnis - Wezîra Jin, Zarok û Malbatê ya Tûnisê Amal Belhaj Moussa bi Cîgira Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereban Heyfa Ebû Xezalî re hevdîtinek pêk anî. Hate hînbûn ku li ser pêkanîna projeyên piştgirî û bihêzkirina jinan di warê aborî de bi taybet wekheviya zayendî civînek hate lidarxistin.

Li Tûnisê dê konferansa kal û pîran bê lidarxistin

Di hevdîtinê de ku stratejî û pilanên kal û pîran li welatên Erebî jî hatin gotûbêjkirin, her wiha hate gotin ku amadekariyên destpêkê yên ji bo lidarxistina konferansa Erebî ya li ser vê mijarê hatin nîqaşkirin. Tê payîn ku konferans meha Cotmehê dê li Tûnisê were lidarxistin.

Ji bo jinên Ereb wê deklerasyon bê amadekirin

Di civînê de ku li ser bihêzkirina aborî ya jinan jî hate axaftin, li ser pêkanîna projeyek nû ya bi hevkariya Komîsyona Wekheviya Zayendî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) nêrîn hatin guftûgokirin. Di dema ku biryarên amadekirina raporeke herêmî ya li ser pêşketinên li welatên erebî û Danezana Qahîre ya ji bo jinên Ereb hatin girtin, hedefên ji bo sala 2030’an pêşketina jinan li herêma Ereban hatin nîqaşkirin.

Bal kişandin li ser perwerdeya zarokan

Amal Belhaj Moussa bernameya berfirehkirina baxçeyên zarokan parve kir û projeyên ji bo zarokan di nav wezaretê de gotûbêj kir da ku rêjeya perwerdehiya pêşdibistanê li deverên dûr û pir niştecîh zêde bike û derfetên wekhev ji bo zarokên Tûnisî da ku ji xizmetguzariyan sûd werbigirin.