3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Meryem Karimbeigî hat birîn

Ji aliyê rejîma Îranê ve 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li çalakvana xizmên windayan Meryem Karîmbeigî hate birîn. Cezayê hat dayîn dayika wê ragihand.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana xizmên windayan Meryem Karimbeigî ku meha Hezîranê ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatibû binçavkirin û girtin, cezayê girtîgehê lê hat birîn. Meryem Karimbeigî ku dema hate binçavkirin demekê agahî jê nedihat girtin û nehat zanîn birine kuderê, ji bo şermezarkirina bêhiqûqiyê rû bi rû dimîne dest bi greva birçîbûnê kiribû. Birayê Meryem Kerîmbeigî yê bi navê Mustefa di xwepêşandanên di sala 2009’an de hatibû qetilkirin.

3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê

Dayika wê Şahnaz Akmali ragihand ku ceza li keça wê Meryem Karimbeigî hatiye birîn. Dayîk Şahnaz Akmali di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyayê kir de diyar kir ku Karimbeigî li doza ku bi sûcê "propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê girtiye.

Meryem Karimbeigî piştî ku di meha Hezîranê de hat binçavkirin, heta dîroka 18 Tîrmehê bi kefaleta 700 milyon Tûmenî ya Îranê bi awayekî demkî hatibû berdan.

Her wiha di agahiyê de hat parvekirin ku Meryem Karimbeigî bi sûcê “li dijî rejîmê propaganda kirin” salek, ji ber li malê çêkirin û cihdayîna berhemên fermante cezayê salek û 74 qamçiyan û cezayê pere hat birîn. Hate diyarkirin ku bi giştî 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn.