Walîtî bexçeya edliyê li Emîne û Ferît Şenyaşar qedexe kir

Ji aliyê Waliyê Rihayê ve baxçeyê dadgehê li Emîne û Ferît Şenyaşar hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Dadgeha Rihayê daye destpêkirin, di roja 518’emîn de didome. Malbat wek her sibehê îro jî ji mala xwe li navçeya Pirsûsê hat ber dadgehê.  

Malbatê xwest nobedê li se derenceyên ketina dadgehê bide destpêkirin, lê polîsan astengî derxist. Polîsan bi fermana Walîtiya Rihayê hêceta “li ber avahiyên cemaweriyê lidarxistina çalakiyan qedexe ye”, malbat negirt baxçeyê dadgehê. Polîsan derveyî baxçe li pêşiya bariyerên li ber dadgehê nîşanî malbatê da. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengiyê da û got: “Li şûna ku hûn me asteng dikin, biçin kujeran bibînin, li Pirsûsê bi rehetî diğerin.” 

Malbatê li dijî astengiyê got, “Em edaletê dixwazin, em li bin tavê bimînin jî em ê her edaletê bixwazin.” Malbatê di bin germahiya pileya wê 40 nîşan dide li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” rûnişt û dest bi nobeda îro kir. 

Ferman dan

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal dîmenên Emîne Şenyaşar ên di dema astengkirinê weşand û hesabên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û wiha gotin: "Waliyê Rihayê Salîh Ayhan cihê ku gel li Rihayê lê negerîya nehişt. Bi rastî guh dide pirsgirêkên gel. Qeymeqamê ku her roj nalîna dayikê li kêleka xwe dibihîze, ji bo dayika ku li edaletê digere, astengî çêkir. Ferman da ku nekevin dadgehê.”