Piştî ku betlaneya wê qediya Zehra Mihemedî dîsa şandin girtîgehê

Piştî bidawîbûna betlaneya wê mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî bo girtîgeha Senendcê hat vegerandin.

Navenda Nûçeyan – Dezgehên ewlekarî yên Îranê di meha Hezîranê de, piştî rewşa xirab a tendirustiya bavê wê û derbasbûna wî bo lênihêrîna giran, betlane dabû mamosteya zimanê Kurdî Zehra Mihemedî. Piştî bidawîbûna betlneya mamosta zimanê Kurdî Zehra Mihemedî dîsa vegeriya girtîgehê.