Viyana komkujiya Helepce weke Jenosîd nas kir

Parlementoya eyaleta Viyana komkujiya Helebceyê weke jenosîd nas kir. Parlementera partiya Keskan Bêrîvan Aslan got ev biryar di dîroka siyaseta Awisturya de yekem e.

Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Eyaleta Viyanayê ya Awisturyayê, Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO), Awisturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) bi pêşnûmeya hevpar bi yekdengiya hemû parlementeran komkujiya Helebceyê wek jenosîd naskirin.

Der barê mijarê de Parlamentera Kurd a Partiya Keskan ya Parlamentoya Viyanayê Bêrîvan Aslan wiha got: “Beriya 35 salan ji aliyê dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn ve bi gaza kimyayî êrîşî Helebce kir û divê êrîşê de 5 hezar kurd hatin qetilkirin.”

 Di dîroka sîyaseta Awisturya yê de tiştek yekem e

Berîvan Aslan jî li ser hesaba xwe ya Twitterê de e daxuyanî da: “Ev yekemîn care di dîroka siyasî ya Awisturyayê de komkujiya li ser kurdan wek ‘Jenosîd’ hat naskirin. Duh kîmyabarana Helebceyê wek komkujiya li ser kurdan bi dengê hemû partiyên Awisturyayê weke ‘jenosîd’ hat naskirin.”