Buroya hiqûqê ya sedsalê: Bila biryara tevdîrê ya Îmraliyê bi cihbînin

Buroya hiqûqê ya sedsalê diyarkir ku ev dû sale bi tu awayî xeber ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li gireva Îmralî nagrin û bang li komiteya Netewên Yekbuyî ya li Tirkiye kir ku biryara tevdîr pêkbînin.

Navenda Nûçeyan- Buroya hiqûqê ya sedsalê der barê ev dû sale bu tu awayî xeberek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekilên xwe yên din Ömer Hayri Konar, Hamili Yıldırım ve Veysi Aktaş nagrin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku  der barê muwekulên xwe yên li girtîgeha giran ya tîpa F a Îmralî de dimînin de destnîşan kirin ku herî dawî bi Abdullah Ocalan re di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe hevdîtina telefonê ku ew jî di nava çend deqeyan de hatibû qutkirin hevdîtin pêkhatiye û ji wê rojê heta niha ruxmê hemû hewildanên yasayî, îdarî û demokratîk, tu agahî negirtine. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber ku me nekarî bi ti awayî serdana wan bikin û bi wan re têkilî daynin, heta niha der barê rewşa wan a tenduristiyê, rewşa wan a dîlbûnê û rewşa wan ya qanûnî de, li ber destê me tu agahî tune. Tevî ku parêzeran 274 caran û 118 caran jî malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Girava Îmraliyê dane jî, ev 2 sal in tu encam nehatiye stendin. Hemû serlêdanên hiqûqî û îdarî yên ji herêmî heta Dadgeha Destûra Bingehîn bê encam mane. Saziyên darizandinê bi biryarên xwe careke din nîşan da ku li şûna parastina mafên muwekîlên me û rawestandina pêkanînên dijhiqûqî, hişt ku tecrîda li Îmraliyê di asta êşkence û dijmirovahî de bê domandin, ev jî aliyekî din ê tecrîdê ye.

Serlêdana saziyên navnetewî

Ji rêzdar Ocalan û muwekîlên din tu agahî nayên stendin û ev tişt bi tu qanûn û hiqûqê nayê îzahkirin. Qutbûna ji civak û dinyayê, bêparbûna ji parastina hiqûqî û dîlbûna wan a di nav şertên bê kontrol û nediyar, tê wateya êşkenceyê û kirinên dermirovahiyê. Ji bo bidawîkirina rewşa têkçûna mutleq a li Îmraliyê (girtîbûna încommûnîcato) serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate dayîn. Komîteyê her wiha daxwaza tedbîran wekî pêşîn qebûl kir û di Îlona 2022’an de ji Hikûmetê re; daxwaz kir ku dawî li girtina neyasayî bîne. Ji ber guhnedana vê biryarê, di Çileya 2023'an de daxwaza lezgîn bi bîra hikumetê hate xistin. Tevî ku pêvajoya der barê esasê serlêdanê de hê jî didome, di biryara înfazê de hat diyarkirin ku şert û mercên li Îmraliyê li dijî qedexeya êşkenceyê ne û divê demildest ev şert bên bidawîkirin.

Polîtakayên dewletên ya li Îmraliyê belavî Tirkiye û Rojhilata navîn bûye

Lê belê dewleta ku bi peymanên navneteweyî ve girêdayî ye, biryara qanûnê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nas nekir, gavên guncav neavêt, astengiyên li pêşiya parêzer û hevdîtinên malbatan ranekir û dewleta Tirk vê rewşa têkilîdanenîne mutleq domand. Ev biryarên navneteweyî yên der barê Ocalan û tecrîda li Îmraliyê de çiqas girîngtir bin, guhnedana dewletê jî ewqasî nehiqûqî û siyasî ye. Ev polîtîkayên dewletê yên li Îmraliyê li Tirkiye û siyaseta RojhilataNavîn jî nîşan dide. Bi polîtîkayên ewlehiyê yên di şûna aştî û siyaseta demokratîk tên meşandin, di her alî de krîz û kaosê çêdike. Helbet ev rewş ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd re ku xwedan aliyên herêmî û cîhanî ye ve girêdayî ye. Her ku xitimandin kûr dibe, rewşa tecrîda mutleq jî kûr dibe. An jî heta ku pergala tecrîdê ya mutleq bidome, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî pêşketineke demokratîk pêk tê.

Bi kurtasî hebûna tecrîda Îmraliyê tê wateya terikandina hiqûq û demokrasiya li Tirkiyeyê. Helbet ev yek bandoreke domînoyê çêdike ku zirarê dide nirxên madî û manewî yên civakê û hem jî xisarê dide jiyana civakî û siyasî.

Ji bo welat û erdnîgariyeke mirov karibe lê bijî, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û tecrîda Îmraliyê were qedandin. Rêzdar Ocalan demokrasî û hiqûqa gerdûnî weke çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye û ev jî tekane rêya rizgariya ji krîzê ye.

Bila biryara tevbîr were pêkanîn

Em careke din teqez dikin ku ev 2 sal in tevî biryarên navneteweyî jî rewşa agahînestendinê bi dawî nebûye û der barê şert û mercên tenduristiyê û şert û mercên din ên girtîgehê de tu agahî tune. Ev rewş ji bo me rewşeke giran e. Divê ev fikar zû werin çareserkirin. Divê biryarên tevbîrê yên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî demildest bên pêkanîn û hemû mafên muwekîlan ên ku ji peymanên hiqûqî û navneteweyî derdikevin, bi taybetî serdanên parêzeran bên misogerkirin. Bi vê hişmendî û bendewariyê em raya giştî ya demokratîk vedixwînin hesasiyeteke bilind.”