‘Vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê serkeftina diplomasiya Rêveberiya Xweser e’

Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî da zanîn ku ji bo belgekirin û derxistina bîlançoya zirarên gihîştine gund û malan, Meclîsa Til Temirê komîteya şopandina vegera koçberên Serêkaniyê û Til Temirê ava kiriye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarê Serêkaniyê kirin. Di encama êrîşan de zêdetirî 70 hezar sivîl koçber bûn, beşek ji wan li koçberiyê bi hesreta vegera Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan.

Bi dehan gund piştî ku dewleta Tirk nêzî bajarê Til Temir û Zirganê bû, ketin xeta agir. Gundên di xeta agir de rojane ji Cotmeha 2019’an ve heta 2025’an ango heta 6 salan rastî êrîşên bejahî û hewayî, yên bi balafirên SIHA-IHA û çekên giran, hatin.

Erdên çandiniyê êdî nehatin çandin û zevî dihatin şewitandin. Lê ji ber topbaranan gelek topên li gundan û nava zeviyan neteqiyan. Ev yek jî xeterê li ser jiyana sivîlan çêdike.

Benda sereke ya lihevkirina 29’ê Çileyê

Yek ji bendên herî sereke yên lihevkirina 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û Şamê de, misogerkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyê ji bo bajar û gundên xwe û temînata parastina wan ji aliyê hikûmeta demkî ve ye. Serêkaniyê û Girê Spî, Efrîn jî di nav de cih digrin.


Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî behsa komîteya ku hatiye avakirin û girîngiya ewlehiya vegera koçberan ji axa xwe ya resen re kir.

Komîteyê dest bi tomarkirina navên koçberan kiriye

Gulîxan Sofî di destpêkê de got ku riya di navbera Til Temir-Serêkaniyê de hatiye vekirin ji ber nebûna ewlehiyê ye, sivîl nikarin rê ji bo vegerê bikar bînin û wiha behsa metirsiyan kir: “Rê û dora wê bi mayînan hatiye çandin û gel nikare rê bigre. Ji lewre ji bo vegereke bi ewle civîn bi Komîteya Karûbarên Koçberan re çêbû, bi avakirina du komîteyan li Til Temir û Zirgan bi dawî bû. Komîteya Til Temirê li ser 60 gundewarên Til Temirê dixebite. Ku ji wan gundan 24 di xetên agir de ne û 36 jî dagirkirî ne. Komîte bîlançoya vegera sivîlan lêkolîn dike lê heta niha bîlançoya dawî dernexistiye. Her wiha malbat bi coş ji bo vegerê navê xwe tomar dikin.”

Metirsiyên koçberan û berpirsiyariyên hikûmeta demkî

Gulîxan Sofî metirsiyên koçberan ji bo vegerê û berpirsiyariyên dikevin ser milên hikûmeta demkî wiha vegot: “Yek ji astengî û metirsiyên ku li pêşberî vegera koçberan e, hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye ku wê jiyana wan, bixe xeterê. Ewlehiya koçberan di vegerê de berpirsiyariya hikûmeta demkî ye. Pêwîst e koçber di vegera mal û erdê xwe de astengiyan nebînin û nîştecih di malên wan de nemînin. Ev daxwazên koçberan in ku em dixwazin bi riya çapemeniyê bigihîjînin aliyên pêwendîdar.”

Alîkariya ji bo koçberan û rakirina mayînan ji pêwîstiyên vegerê ne

Gulîxan Sofî wiha behsa lêkolîna komîteya hatiye avakirin dike û dibêje: “Malbatên ji bo vegerê navê xwe tomar dikin, zirara mal û milkên wan dîtiye jî pê re tê qeydkirin lê di mijara alîkariya koçberan di mal û milkên wan de, dibe erkên rêxistinên mirovî yên navneteweyî. Her wiha pêwîst e tîmên endezyariyê derbasî gundan bibin, mayînên ku dagirkeriya Tirk li ser riyan û gundan çandine rakin da ku gel bi awayekî rehet vegerin, gundên xwe careke din ava bikin.”

Daxwaza koçberên Kurd

Gulîxan Sofî got ku wan tekezî li ser daxwaza vekişîna dewleta Trik a dagirker û baragehên wê yên leşkerî ji Serêkaniyê ji hikûmeta demkî kirine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hebûna dagirkeriya Tirk û baragehên wan ên leşkerî li Serêkaniyê û gundewarên wê, xeterê li ser hebûn û nasnameyê çêdike. Bi taybetî ji bo gelê Kurd û koçberên ku wê vegerin. Koçber dixwazin metirsiya xwe bigihîjînin birêz Mezlûm Ebdî û rayedarên hikûmeta demkî yên ku vê lihevkirinê birêve dibin. Çimkî dewleta Tirk a dagirker bi hezaran Kurd ji ber nasnameyê qetil kirine û bajarên dagirkirî şahidî ji hovîtî û binpêkirinên wan li dijî Kurdan re dikin.”

‘Alîkariya ji bo koçberan rawestiyaye û gavên hikûmetê pir hêdî ne’

Gulîxan Sofî bal kişand ser zehmetiyên koçberên li kampan dijîn û bang li hikûmeta demkî kir ku lez bide xebatên vegera koçberan û wiha pêl da gotinên xwe: “Rêxistinên mirovî alîkariya ji bo koçberên li kamapan rawestandiye, ev zehmetiyeke din dide koçberan. Di demeke ku vegera wan tê nîqaşkirin de gavên ji bo vegerê dereng tên û dişibin rêveçûna kûsiyê. Pêwîst e QSD û hikûmeta demkî lez bidin xebatên vegere, koçber bendewarê vegerek bi ewle ne. Ji ber her 3 kamp (Serêkaniyê-Waşûkanî-Newroz) piştî vegera koçberan wê werin valakirin.”

Vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê serkeftina têkoşîna diplomasî ya Rêveberiya Xweser e

Gulîxan Sofî da zanîn ku vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê encama serkeftina têkoşîna diplomasî ya bênavber a Rêveberiya Xweser e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger îro koçber dikarin bi awayekî ewle vegerin hembêza bajarên xwe yên hatibûn dagirkirin, bêguman ev dibe serkeftina têkoşîna Rêveberiya Xweser. Pêwîst e her kes vê rastiyê bibîne û nas bike, çimkî keda ku hat dayîn ne ji rêzê ye. Rêveberiyê soz dabû ku wê gelê xwe koçber nehêle û vegera wan di mercên bi ewle de misoger bike.”