Uveyş Ocalan li Mexmûrê hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 31’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 31’emîn salvegera wefata xwe de bi daxuyaniyek hat bîranîn. Daxuyanî li Baxçeyê dayîka Uveyş hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta dayîka Uveyş de ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Kilinç axivî.

‘Wek jinên Kurd em deyndarê dayîka Uveyş in’

Qîmet Kilinç dayîka Uveyş bi bîr anî û got: “Dayîka Uveyş di civakê de li hember her cure binpêkirina mafên jinê û çewisandina di civakê de serî rakiriye û li berxwe daye. Li ser vî esasî Rêber Apo di şexsê dayîka xwe de xwestiye ji hemu jinên bindest, mafê wan tê xwarin û dinava civakê de têne çewisandin re bibe alîkar û azadiya wan bidest bixe. Wek jinên Kurd em deyndarê dayîka Uveyş in û em wê bi minetdarî bibîrtînin.”

Piştî daxuyaniyê dayîkan li baxçeyê Dayîka Uveyş gulan çandin.