Ji Pakistanê ji bo jinên Efgan bang: Dengê wan bibihîzin

Komek jinên li Îslamabad a paytexta Pakistanê li hev civiyan bang li saziyên navneteweyî kirin ku li cem jinên Efgan bin.

Navenda Nûçeyan – Komek jinan li Îslamabada  paytexta Pakistanê hatin cem hev û daxwaz kirin ku mafên jinan li Efganîstanê bên misogerkirin û ji bo jinavbirina cihêkariya zayendî zextê li Talîbanê bikin.

Jinên ku parêzvanên mafên mirovan jî di nav wan de bûn diyar kirin ku divê Talîban ji ber sûcên xwe yên li dijî jin û zarokan li dadgehên navneteweyî bên darizandin û bang kirin ku dengê jinên Efgan bê bihîstin.

‘Divê welat piştgirî nedin Talîbanê’

Yek ji pêşengên Tevgera Azadî Nasren Hemîdî ya di civînê de axivî û diyar kir ku jinên Efgan ji hemû maf û îmtiyazên mirovan bêpar in û wiha got: "Em ji cîhanê dixwazin ku têkoşîna jinên Efganî esas bigire û bi vê re bibe yek. Em dixwazin Talîban jî bên cezakirin."

Seroka Tevgera Pencera Hêviyê Safîa Arefî qedexeya Talîbanê yê li ser mafên jinan ên Efganistanê rexne kir û got: “Pêwîst e parêzvanên serbixwe yên mafên mirovan û civaka navdewletî tawanên Talîbanê yên li dijî jinan weke tawan bihesibînin û divê welat pêwendiyên xwe bi Talîbanê re qut bikin.”