UNICEF: Ji xwendinê dûrxistina jinan bandora neyînî li aboriya welat dike

Li gorî rapora UNICEF'ê, dûrxistina jinan ji xwendinê aboriya welat têk dibe.

Navenda Nûçeyan - UNICEF’ê diyar kir ku ger nêzî 3 milyon jin karibin xwendina xwe ya navîn biqedînin û beşdarî bazara karî bibin, dê herî kêm 5,4 milyar dolar alîkariya aboriya Afganîstanê bikin. UNICEF'ê di rapora xwe ya nû de eşkere kir ku dûrxistina jinan ji xwendinê aboriya welat têk dibe.

Nûnerê UNICEF li Afganîstanê Dr. Muhammed Ayoya wiha got: "Dûrxistina jinan ji xwendinê, ne tenê mafê bingehîn ê perwerdehiyê yê jinan binpê dike, her wiha hejmara zewaca di temenê biçûk de û bi darê zorê zêde dike. Perwerde ne tenê ji bo her zarokî mafek e, ew bingeha mezinbûna pêşerojê li Afganistanê ye."