UNICEF: Di êrîşa li Idlibê de 5 zarok jiyana xwe jidest dan

Li rojavayê Idlibê di encama êrişek de 5 zaroj jiyana xwe jidest dan û 9 zarok jî birîndar bûn. UNICEF derbarê hedefgirtina zarokan de daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – UNICEF’ê diyar kir ku li rojavayê Idlibê di encama êrişekek de 5 zarok jiyana xwe jidest dane û 9 jî birîndar bûne.

Di 22’ê Tîrmehê de Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyaniyek weşand. UNICEF’ê di daxuyaniya xwe de êrîşa ku li rojavayê Idlibê pêk hat û di encama vê de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan û hin zarok jî birîndar bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku li bakurê Sûriyê û li seranserê welat “berdêla herî giran tundûtûjiya berdewam dike, zarok didin.”

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyê de, wiha got: “Divê zarok tucaran nayên hedefgirtin. Zarokên Sûrî heq dikin ku jiyanek bê tundî û tirs bijîn."