“Şoreşa jinan mohra xwe li dîrokê daye”

Jinên ku beşdarî foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn gotin: “Girîngiya forumê ew e ku divê em jin xwe bi rêxistin bikin da ku meşa têkoşîna jinan a 10 salan biparêzin.”

Qamişlo - Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star bi boneya 10 saliya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û armanca danasîna destkeftiyên jinan bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Jinên ku beşdarî forumê bûne nêrînên xwe parve kirin.

“Hêz û têkoşîna jinan şoreşê diparêze”

Endama Navenda Jineolojî ya bajarê Efrîn û Şehbayê Zahîde Memo foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Em foruma Jinên Rojhilata Navîn li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Îro em bi saya şehîdan û Rêber Apo destkeftiyên jinan dinirxînin. Îro bi saya jinan ev şoreş li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketiye. Şoreşa me 10 sal in bi berxwedêrî didome. Şoreşa me mohra xwe li dîrokê daye û em li her derê hatina nasîn. Em jî weke Jineolojî cihê xwe di vê xebatê de digrin. Her wiha dê di forumê de berxwedan û têkoşîna wan li dijî êrîşan bi çi awayî ye bê nirxandin. Bîrdoziya DAIŞ’ê ji bo civakan xeteriyeke mezin e divê bê nirxandin. 10 sal di ser şoreşa me re derbas bû di 11 saliya şoreşa xwe de em ê bi awayekî bi hêz têbikoşin.”

“Meşa jinan a 10 salan divê bê parastin”

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star Pencewîn Elî foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Îro foruma şoreşa jinan tê lidarxistin ku pêşengiya wê Rêxistina Kongreya Star û 7 rêxistinên jinan dikin. Forum di rewşek awarte de tê lidarxistin. Dewleta tirk her roj gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Bi taybetî ev êrîş jin û zarokan hedef digre. Her wiha di salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de dixwaze êrîş bike, ji ber dixwaze destkeftî û serkeftina jinan û gel bi dest xistine, têk bibe. Girîngiya forumê ew e ku divê em jin xwe bi rêxistin bikin da ku meşa xwe ya têkoşînê ya 10 salan biparêzin. Em dikarin bi parastina şoreşê bibin pêşengên tevahî jinan. Kombûna jinan dide diyarkirin ku tifaqên jinan bi hev re xurt bûne. Her wiha divê em xwe bigihîjînin tevahî jinan da em doza jinan bi ser bixin. Gelek mijar hatin nîqaşkirin û gelek jin beşdarî forumê bûn her wiha gelek kesayetên siyasetmedar û rêxistinên jinan ji Rojhilata Navîn li ser zoomê beşdar bûn. Gelek axaftin bi taybetî li ser jinên Rojhilata Navîn hene ku dê bên nirxandin. Em bi hêvî ne ku encamên girîng derkevin, ji ber ev forum gelek dewlemend bû, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.” 

“Jin bi şoreşê re bûn pêşengên civaka xwe”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Girkê Legê ya girêdayî bajarê Dêrikê Ayhan Mûrat foruma jinan wiha nirxand: “Foruma şoreşa jinan di meha berxwedanê de tê lidarxistin. Di vê mehê de 14’ê Tîrmehê berxwedana zindana Amedê û 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan a Rojava ye. Çirûska şoreşê li Kobanê dest pê kir û belavê tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Îro em dibînin encama şoreşê derdikeve ku foruma şoreşa jinan tê lidarxistin. Îro em bi dirûşma “Bi hevgirtina Jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” vê forumê bi tevlibûna bi sedan jin û pêkhateyên cuda li dar dixin. Em dikarin bibêjin keda bi hezaran jinan li vir hebû ku em bi wê yekê dikaribûn şoreşa xwe bi ser bixin. Îro jin di cihekî de kom dibin, nêrîna xwe tînin ziman wê ew jin li her derê îradeya xwe bidin pêş û bibêjin dê dijmin nikarine destkeftiyên me têk bibe. Bi şoreşê re gelek jinên pêşeng û fedakar gihîştin asta şehadetê, li ser wan têkoşeran li forumê sînevîzyon hatin pêşandan û me careke din wan bi bîr anî. Dema berxwedan tê gotin şehîd û têkoşîna wan tê bîra mirovan, ji lewre em careke din soza xwe ji şehîdên xwe re nû dikin. Îro jin hemû pirsgirêkan b xwe çareser dikin û dibin pêşengên civaka xwe. Mafê ku ji destên jinan hatibûn standin, careke din bi têkoşîn û berxwedana xwe bi dest xistine. Îro ev forum encamên baş bi xwe re derdixe, ji ber rêxistinbûna jinan diyar dike. Me bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî dest bi meşa xwe kir û jin dikarin çekê rabin û axa xwe biparêzin. Em nahêlin desthilatdar ax û destkeftiyên me ji me bigrin. Azadiya jinan, Rêber Apo û hemû aliyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye. Em careke din dibêjin bijî şoreşa Rojava, bijî tevgera jinan, bijî hemû aliyên Kurdistanê û şehîd namirin.”