Tulay Hatîmogûllari li Bazîdê ye: Peyama Ocalan peyama me ye

Li Bazîdê bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de wiha got: “Peyama birêz Ocalan a di sala 2013’an de şandibû peyama me ye.”

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Dema azadî û serkeftinê ye”, li navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada girtîgeha kevin hate lidarxistin û tevî baranê jî bi hezaran kes herikîn qadê. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi meşaleyan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê.

Li qada pîrozbahiyê posterên Qazî Mihemed û Şêx Seîd hatin hilgirtin û pankarta “Em ji bo agirê Newrozê bi agirê ciwanan vêxin hatine” hate vekirin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bernameya Newrozê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li girseyê kir. Îşaret bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû kir û diyarkir ku Peyamên birêz Ocalanya sala 2013’an, peyamên me ne û got: “Em li vir li Bazîdê bang dikin; peyama 2013’an peyama me ye.”

‘Desthilat li Iraqê lûtkeyên şer li dar dixe’

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku her ku banga aştiyê tê kirin, qesr jî amadekariyên şer dike û got: “Ev bi roja ye nûnerên desthilatê li Iraqê lûtkeyên şer li dar dixe. Ji bo hilbijartinên herêmî demekî kin ma ye û ew soza şer didin. Em bang li kesên pirsgirêka kurd veguherandina amûra hilbijartinê dikin; bangawaziya me ya ji bo aştî û guftûgoyê bi qasî nebe amûra hilbijartinê girîng e. Ev 40 sal in li ser vê xakê welatî dimirin û bedel didin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Divê pêvajoyeke guftûgoyê were destpêkirin. Em bi hêza ku ji peyama 2013’an digirin dîsa banga guftûgoyê dikin.”

‘Em komara demokratîk înşa bikin’

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku di sedsala nû de ji bo komareke demokratik were înşakirin têkoşinê dikin û wiha dom kir:

“Ji bo bihevre jiyana li Tirkiyeyê em ê heta dawiyê têbikoşin. Em di ferqa bedelên didin de ne. Em di wê ferqê de ne ku tevî hewldanên me jî li me şer ferz dikin. Lê em tevî vê yekê jî dê di sedsala duyemîn de komareke demokratîk ava bikin. Em ê li ser van xakan pêkvejiyaneke di nava aştî û aramiyê de ava bikin. Yên li qesrê bangawaziyên şer dikin, dê di 31’ê Adarê de bibînin bê ka qêrîna me ya aştiyê çiqas xurt e. Ji bo hilbijartinên herêmî demekî kin ma û divê em bi şev û roj bixebitin. Ji we ricaya min ew e ku hûn tevî me ji bo kesên li derveyî bajar bînin hilbijartinê bixebitin. Em bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi 31’ê Adarê ve biçin.

 ‘Emê hilbijartinên herêmî bi serkeftin encam bikin’

Tulay Hatîmogûllari gotina Zanyarê kurd Ehmedê Xanî ya dibêje ‘her kes mîmarê dîwarê xwe ye’ bi bîrxist û got: “Em jî dê dîwarê xwe ji hezkirinê ava bikin. Em ji bo vê dixebitin. Em ê hilbijartinên cihî jî bi serkeftinê tacîdar bikin û rêveberiyên xwe yên herêmî û bajarên aştiyê bi hev re ava bikin.”

‘Bila birêz Ocalan azad bibe’

Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Her ku ew tecrîda li Îmraliyê li me ferz dikin, em ê hîn bêhtir bibêjin bila tecrîd were rakirin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê hatine aştiyê û pêvajoya guftûgoyê pir zehmet e. Em bi hev re dibêjin bila tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiyê yan em ê rêyekê bibînin an jî dê rêyeke nû vekin. Ji bo vekirina vê rêyê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in.”

Piştî axaftina Hatîmogûllari, agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Gel, li dora agirê Newrozê govend gerand.