‘Dê dîwar werin hilweşandin’ di sîteya Weqfa Rosa Luxsembur de hat weşandin

Belgefîlma ‘Dê dîwar werin hilweşandin’ ku jiyana Fîgen yuksekdag, Aysel Tugluk, Gulten Kişanak û Sîbel Yigitalp vedibêje, di sîteya Weqfa Rosa Luxemburg de hat waşandin.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma ‘Dê dîwar werin hilweşandin’ ku vegotinên ji pêvajoya binçavkirina Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tugluk û Sîbel Yîgîtalp ku li sirgûnê dijî pêk tê, ji aliyê Weqfa Rosa Luxemburg hat weşandin.

Belgefîlma ku di 18'ê Adarê Roja Piştevaniya bi girtiyên siyasî re hat weşandin, bi jêrnivîsa Elmanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Kurdî dikare were temaşekirin.

Belgefîlma ku derhêneriya wê Hebun Polat û Şerîf Çîçek e û ji aliyê Adil Demirci, Yeşim Coşkun û Onur Guler ve hatiye amadekirin, ji pirtûkên Fîgen Yuksekdag ên bi navê "Dê Dîwar Hilweşin" ku ji helbestên di girtîgehê de nivîsandiye û Gultan Kişanak a bi navê "Rengê binefşî ya Siyaseta Kurd " hatiye çêkirin.”