Tulay Hatîmogullari li Amedê serdana Nobeta Edaletê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Amedê serdana dayikên Nobeta Edaletê kir, wiha got: “Dîtina vê têkoşînê ya ji hêla gel û baweriyên cuda ên li Tirkiyeyê, pir girîng û wetedar e.”

Navenda Nûçeyan – Nobetên Edaletê yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û çaresereke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dest pê kir, bênavber didomîn. Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 94'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.

Kulîlk û lacikên spî diyarî dayikên nobedar hate kirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, serdana nobedê kir. Her wiha parlamenter Adalet Kaya, û Halîde Tûrkoglu, namzetên hevşaredariyê yên bajar û navçeyan û aktîvîstên jin jî serdana nobedê kirin. Tulay Hatîmogullari, kulîlk û lacikên spî diyarî dayikên nobedar kir. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray axivî û bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser civakê û li ser girîngiya çalakiya Nobeda Edaletê rawestiya.

‘Bersiva herî bi hêz dê ji hêla hêzên demokrasiyê ve bê dayîn’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê ya ku di meha sibatê de pêk hatî û got: “Li çar aliyê welat niha çalakiya Nobeda Edaletê heye. Divê her kes çalakiya bi rûmet bibîne û bibhise." Tulay Hatîmogullari diyar kir ku em ê bibin partiya muzakere û demokrasiyê û wiha bi lêv kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her tim em axivîn. Bila kurdan weke depoya dengan nebînin. 40 sal in bi sed hezaran mirov diêşin, dayik digirîn, bajarên me hatin valakirin. Bersiva herî bi hêz dê ji hêla hêzên demokrasiyê ve bê dayîn. Em careke din li pêşberî dayikên Nobeda Edaletê bang dikin; ji bo çareseriya pirsgirêka Kurt diyalogê dest pê bikin.

Em dizanin ku CPT berê çûbû Îmraliyê. Lê belê tu rapor bi raya giştî re parve nekirin. Em li bendê bûn ku CPT di demeke nêz de serdana Îmraliyê birêz Ocalan bike, lê ev yek pêk nehat. Em bang li hemû hêzên navneteweyî û di serî de CPT dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hestiyar bin û bin. Her wiha em bang li heman rêxistinan dikin ku ji bo bidawîkirina îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê ya li dijî mirovahiyê û hiqûqê ye, her kesî seferber bikin.

‘Em ê vê civakê biguherînin û pirsgirêka kurd çareser bikin’

Careke din we dayikên me yên hêja silav dikim, bi rêz û hezkirin em ê teqez bi ser bikevin. Tiştek ji destê têkoşîn û rêxistinbûnê xilas nabe. Em ê vê civakê biguherînin, pirsgirêka kurd çareser bikin, em ê li vî welatî komareke demokratîk ava bikin ku hemû maf wek hevwelatiyên wekhev bijîn. Heta ku em vê nîzamê ava bikin wê têkoşîna me ya demokratîk bidome.”

‘Heta tecrîd bê rakirin dê nobeda Edaletê bidomînin’

Halîme Topuz a ku li Nobeda Edaletê bû bang li Wezîrê Edaletê, Serokomar û CPT'yê kir û got, "Di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û tecrîda li ser wî rakin." Halîme Topuz anî ziman ku heta tecrîd bê rakirin dê nobeda Edaletê bidomînin.