Li Silêmaniyê 8’ê Adarê bi çalakiyan tê pîrozkirin

Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê ji bo karmendên xwe yên jin çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de gul li jinên karmend hate belavkirin û 8’ê Adarê li tevayî jinên Kurdistanê hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo karmendên xwe yên jin çalakiyên cûda lidarxist. Di destpêka çalakiyê de gul li karmendên jin hate belavkirin û 8’ê Adarê li wan û tevayî jinên Kurdistanê hat pîrozkirin.

Piştre di merasîmekê de kar û çalakiyên karmendên jin ên rêveberiya rewşenbîrî bi sînevîzyonekê hatin nîşandan.

Çalakî bi sitran û govendgerandinê  dawî bû.