Tulay Hatîmogûllari ji Bulamê bang kir: Wê tu jin bê kar nemîne

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tûlay Hatîmogullari, di hevdîtina gel a li Bulamê de, wiha got: “Em ê navendên piştevaniya jinan vekin, qadên kar ji jinan re vekin. Wê tu jin bê kar nemîne.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikanê ya Semsûrê beşdarî hevdîtina gel bû.

Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, namzedên hevşaredariyê yên Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîlî û Turkan Erkenek, namzedên Bulamê Huseyîn Uzun û Kamîle Ocak û partiyî tev li hevdîtina gel a li bajarokê bûn.

Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina gundê Çakalê yê girêdayî navendê ji hêla partiyiyan ve bi çîçekan hatin pêşwazîkirin. Tulay Hatîmogûllari bi konvoya wesayîdan derbasî buroya hilbijartinê ya Bulamê bû. Li vir gel hat silavkirin.

‘Em ê ji kesên ku ev tişt bi me dane jiyîn hesab bipirsin’

Tulay Hatîmogûllari, ewil kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got ku dê wan ji bîr nekin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Weke keseka ji Hatayê min jî mîna we êşa erdhejê kişand. Gelek xizmên me di bin kavilan de man. Êşa herî mezin ew bû ku tevî me dengê kesên ku digotin ‘min xelas bikin’ dibihîst jî tiştek ji destên me nedihat. Ji ber ku ekîpman tunebûn. Em li dijî dewletê bi hêrs in. Makîneyên ku pêşkeşî çeteya 5'an hatine kirin, ji bo xelaskirina mirovan seferber nekirin. Lewma bi hezaran kes mirin. Me ev êş ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin. Di belavkirina alîkariyan de jî cihêkarî kirin. Alîkarî nedan gundên elewiyan. Lê bi saya piştevaniya civakî me xwe gihand wan. HDP xebitî û tora alîkariyê ava kir. Dema em biçin ser sindoqan divê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan. Em ê ji kesên ku ev tişt bi me dane jiyîn hesab bipirsin.”

‘Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin’

Tulay Hatîmogûllari, girtina endamê Meclisa Partiyê Îzzet Karadag ku wê demê ji ber kampanyayên alîkariyê hatibû girtin bi bîr xist û wiha got: “Ên ku ji piştevaniyê aciz bûn, hevalê me Îzzet Karadag girtin. Li Semsûrê pir xebitî lê niha girtî ye. Em wî silav dikin. Partiya muxalefetê ji gel re dibêje ‘dê qeyûm were tayînkirin lewma dengê xwe bidin me.’ Dengên me ji bo tu kesan naçin. Gelê me gelekî têgihîştî ye. Li tu deveran gelê me dê bi van lîstikan nexape. Em ê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta qeyûm re bibêjin ‘na.’ Em ê xizmetê ji Bulamê re bikin. DEM Partî dê gelek şaredariyên bajarên mezin bi dest bixe. Em ê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa bistînin. Em ê hemû pirsgirêkên navçeyê çareser bikin, ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin.” 

‘Em ê rê nedin projeyên AKP’ê yên civaka elewî tune dihesibînin’

Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê Bulamê debara xwe bi tûtinê dike. Lê îqtîdarê kota danî ser û rê li ber hilberandina wê girt. Gelo ev gel heke dest ji hilberandina tûtinê berde dê çi kar bike? Xelk bi birçîtî û xizaniyê re rû bi rû hatiye hiştin. Ji bo piştgiriyê bidin çandinî û sewalkariyê em ê ya ji destên me tê bikin. Em ê ne tenê projeyên îmarê, ji bo ev der bi pêş bikeve hemû derfetên xwe seferber bikin. Em cihêkariyê di navbera gel de nakin. Em ê rê nedin projeyên AKP’ê yên civaka elewî tune dihesibînin. Hevşaredarên me li Bulamê, Bulam jî gelek ji DEM’ê tê. Em ê li vê qadê govenda serkeftinê bigerînin.”

Ji ber kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, di bernameyê de muzîk nehatin vekirin û bername bi çepikan bi dawî bû. Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî ber bi navenda bajêr ve ketin rê.”