Li Idlibê jin li dijî dewleta Tirk û HTŞ meşiyan

Li Idlibê jinan, sûcên HTŞ ku dewleta Tirk piştgirya wê dike yên weke îşkence, ruşwet û gendelî bi meşekê protesto kirin û gotin: “Êdî em li dijî bêmafiyan bêdeng nabin. Ji îro şûnde em ji gefên hêzên ewlehiyê natirsin.”

SOHA AL-ALÎ

Idlib- Li Idlibê li dijî Heyet Tahrir Al Şam (HTŞ) ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, îşkence û nêzîkatiyên xirab jî di nav de pêkanînên ku mafên mirovan binpê dikin û biryarên dozger ên ku bi ruşwet didin, jinan bi meşekê protesto kir. Jinên beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku li dijî bêmafiyan wê êdî bêdeng nebin.

‘Ruşwetê da dadgeran mafê welayeta zarokên min girt’

Ji jinan Ghadir Al- Barbour a 37 salî got: “Ji bo welat û gel ji van rêbazên milîtarîst rizgar bibin ez beşdarî çalakiyê bûm.” Ghadir Al-Barbour da zanîn ku ji ber çavbirçîbûna otorîteyê, gel di xizaniyek mezin de têkoşîna jiyanê dide û got: “Mafê me winda bû bêedaletî li her aliyê welat belav bû. Bi bêbextî û rûşwetan bi jiyana mirovan dilîzin. Mînak di doza hevberdanê de hevjînê min ê berê ruşwet da dadweran û mafê welayetê girt û mesref jî neda.”

‘Li dijî neheqiyan em ê bêdeng nebin’

Salwa Al-Filgil ya 44 salî beşdarî protestoyan bûye da zanîn ku ji bo li mafê kurê xwe yê erebeya wî hat dizîn bipirse rastî bêmafiyê hatiye û got: “Kurê min bi gefên girtinê re rû bir û ma. Berovajî sûcdar ji ber wan ruşwet da sûcên wan paqij bû. Ev biryara ku kesên mezlum krîmînalize dike, sûcdaran beraet dike çi ye?”  Salwa Al-Filgil da zanîn ku êdî li dijî bê mafiyan bêdeng nabin û got: “Di heman demê de mirov ji ber şer ji cihê xwe dibin. Ebû Muhammed Al-Colanî (serokê rêxsitina HTŞ ya li Idlibê ye) em destûr nadin dengê me ji nebihîstî ve bê û heta daxwazên me neyên bicihanîn wê protestoyên me berdewam bikin.”

Dest danîn ser çavkaniyên dahatê û dezgehên wan

Meryem El-Eşabî ya 43 salî amaje bi wê yekê kir ku ji bo mafê xwe beşdarî meşa jinan a li bajarê Sarmada yê li bakurê Idlibê hatiye lidarxistin bûye û got: “Şamê li Bakurê Sûriyeyê, kontrola qadên berfireh girtiye dest. Hevjînê min astengdar e. Lingî wî jêkirine. Li Sarmadayê ji bo dahatê pêk bînin destûr nayê dayîn li kolanê dezgeh vekin. Ji ber tu ruxsetek girêdayî hikumetê nebû dest danîn ser dezgehê.”

‘Destûr nehat dayîn em malan çêbikin’

Rudaina Al-Bakir a 38 salî anî ziman ku êdî ji jiyana konan bêzar bûne û da zanîn ku ji bo çêkirina malan bi hinceta ‘ruxsata înşaatên nîn e’ destûr nedane û got: “Kon ji bo mehên havîn û zivistanê ne guncaw in. Mehremiyet û ewlehî nîn e. Nirx her dem zêde dibin, xizanî didome.”

‘Em ji gefên hêzên ewlehiyê natirsin’

Rudaina Al-Bakir destnîşan kir ku rêveber kesên ku rexne dikin bêdeng dikin û got: “Ên rexne dikin tên girtin, ji ber sûcên ku wan berê amade kirin ên weke sîxur û hevkariyê, dibin îşkenceyê de dikujin. Xwepêşandana me serbixwe ye ne girêdayî tu partiyan e. Xwepêşandanên rewa û aştiyane ne û heta daxwazên me neyên bicihanîn wê nesekine. Ji îro şûnde em êdî ji gefên hêzên ewlehiyê natirsin.”