Tulay Hatîmogûllari: Ev ne tenê hilbijartineke xwecihiye têkoşîna demokrasiyê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Swîsreyê axivî û diyarkir ku hilbijartina xwecihî, êdî ji hilbijartina xwecihî derketiye û destnîşan kir ku hêzên demokratîk li dijî rêveberên faşîst ên nîjadperest têkoşîna demokrasiyê dimeşînin.

Navenda Nûçeyan- Nûneriya Swîsreyê ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) 10 sal in weke kevneşopiyekê şahiyekê lidar dixe. Pîrozbahiya kevneşopî ya 10’an li bajarê Oensîngen a girêdayî kantona Solothûrn’ê hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, ji Hevserokatiya Ciwanên Komunîst a Swîsreyê Înes Marthaler, siyasetmedarên Kurd ên li Swîsreyê dijîn Mûsa Farisogûllari, Ayşe Acar Başaran, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ferhat Encu, Nejdet Atalay, Firat Anli û gelek kesên din beşdarî şahiyê bûn.

Temaya çalakiya îsal aştiye’

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka SYKP a Swîsreyê Berfîn Goçer ve hate kirin û wiha got: “Em her sal li gorî rojevê temayekî diyar dikin. Îsal jî li Kurdistanê, Fîlîstînê, Ûkraynayê û Qerebaxê şer didome. Em jî îsal li dijî şer dibêjin, ‘a niha aştî’. Sîstema kapîtalîst mîna berê bi krîzê re hukmî civakê dike. Welatên kapîtalîst hewl didin bi çekê krîzê derbas bikin. Hingî ku diçe Ewropa dişemite rastê. Li Swîsreyê di hilbijartina dawî de me dît ku vê hewldanê hêz bi dest xist. Ji bo ku em vê rewşa xirab rawestînin, pêdiviya me bi têkoşîneke nû û xurt heye. Divê em li dijî hêzên şer ên kapîtalîst, hîn bi xurtir aştiyê biparêzin.”

‘Bi têkoşînên yekane serkeftin pêk nayê’

Ji Hevserokatiya avaker Ciwanên Komunîst a Swîsreyê Înes Marthaler axaftinek kir. Ines Marthaler diyar kir ku li dijî êrîşên sîstema kapîtalîst, bi têkoşînên yekane serkeftin pêk nayê û wiha got: “Her çiqas zehmet jî be, em bindest tên ba hev. Çawa ku sîstema kapîtalîst sînoran nas nake, divê em şoreşger jî sînoran derbas bikin û bên ba hev. Divê em hemû nerazîbûnê nîşanî êrişên ku Îsraîla dagirker li ser Fîlîstînê pêk tîne, bidin. Ji bo vê yekê jî li Swîsreyê bi dehan çêker hatine ba hev. Ev yek kêfxweşiyê dide. Lê Swîsre parastina dagirkeriyê dike, hîn jî piştgiriyê dide Îsraîlê. Dîtina tevgerên gel û têkoşîna wan, ji bo me dibe rênîşaneke girîng.”

‘Hilbijartin li dijî rêveberên faşîst ên nîjadperest têkoşîna demokrasiye ye'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe faşîzm zêdetir dibe û destnîşan kir ku li dijî vê yekê hêzên demokrasiyê bi pêşengiya DEM Partiyê li ber xwe didin û wiha got: “Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinê, lê pirsgirêkên me yên hîn kronîktir hene. Desthilatdariya heyî xwedî feraseteke faşîst e. Ev feraseta faşîst ji bo xwe li ser desthilatdariyê bihêle, pêdiviya wê bi piştgiriya gel heye. Bêyî piştgiriya gel nikare rewabûna xwe pêk bîne. Ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê şemitîna ber bi rastgiriyê ve heye. Weke hêzên demokrasiyê divê em hîn zêdetir bikevin nav hewlanan û pêşî li vê yekê bigirin.” Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku hilbijartina xwecihî ya ku nêz dibe, êdî ji hilbijartina xwecihî derketiye; hêzên demokratîk li dijî rêveberên faşîst ên nîjadperest têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û ev tişt anî ziman bilêv kir:

“AKP dixwaze bi qeyûman me bitirsîne. Lê bi rojane em li qadê ne. Em bi gelê xwe re ne. Em natirsin. Teqez em ê bi ser bikevin. Em ê wan qeyûman bişînin. AKP her hilbijartinê li pey lîstok û hîleyan e. Ev yek di çapemeniyê de jî hat nîşandan. Li dijî vê yekê du wezîfeyên me yên bingehîn hene. Ya yekem divê em biçin mala her kesê ku heta niha deng nedaye  me. Divê em ji wan re bêjin ku divê çima dengê xwe nedin rêveberiya AKP’ê ya faşîst.”