Li Qamişlo derbarê 8’ê Adarê de semîner hate dayîn

Ji aliyê Meclîsa Jin a Edaleta Civakî li bajarê Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê de semîner hate dayîn.

Qamişlo- Rêzeçalakiyên Jinên Bakur û rojhilatê Sûriyê  ji bo 8’ê Adarê berdewam dike. Îro jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî,  ji aliyê Meclîsa Jin a Edaleta Civakî  li bajarê Qamişlo semînerek  hate dayîn. Di semînerê de bi dehan jin, endamên meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Sara, Endamên Asayişa Madeyên Hişbir, hemû sazî, rêxistin û dezgehên jinan amade bûn. Di semînerê de li ser du mijaran hat sekinan yek ji mijaran jî madeyên hişbir ku li ser ciwan û civakê wek şerê taybet tê meşandin hat nîqaşkirin.

‘Bi boneya 8’ê Adarê me xwest civaka xwe agahdar bikin’

Di semînerê de Hevseroka Meclîsa Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê Welaa El-Elî axivî û got: “Îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî em kombûne. Me wek Meclîsa Jin a Edaleta Civakî xwest li ser dû mijarên mîna 8’ê Adarê dîroka wê çiye û madeyên hişbir û bandora wê li ser jin û civakê niqaş bikin. Me dîroka 8’ê Adarê da nasîn û dîroka wê çiye û çima jin vê rojê pêşwazî dikin guftogo kir. Di heman demê de destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çiye, ji jinan re hate şîrove kirin. Ji bo madeyên hişbir ku bi taybet di nava jin û ciwanan de tê belavkirin hate  dest girtin. Bi boneya 8’ê Adarê me xwest gelê xwe û jinan agahdar bikin, ji ber ev mijarana ji bo civakê girîng e. Di vê semînerê de hemû sazî, dezgeh û rêxistinên jinan beşdar bûn.”

‘Madeya hişber çeka herî xirab ku di nava civakê de tê bi kar anîn e’

Welaa El- Elî herî destnîşan kir ku madeya hişbir çeka herî mezin di nava civakê de tê bi kar anîn û hemû civakê hişyar kir ku pêşî li bikaranîna madeyên hişbir bigirin û wiha got: “Me raporek giştî amade kir, di raporê de hejmar û kesên ku madeyên hişbir di nava civakê de belav dikin hate bi dest girtin. Madeyên hişbir çeka herî xirab ku civakê ji hev bixe ye. Dewletên dagirker dema bixwazin êrîşî civakekî bikin,di serî de madeyên hişbir pê didin bi kar anîn. Ji me hemûyan tê xwestin ku em parastina civaka xwe bikin û wan hişyar û perwerde bikin. Di heman demê de li ser van mijaran broşur jî tê belavkirin. Em nehêlin ciwan û jinên me van madeyên hişbir bi kar bînin. Saziya madeyên hişbir jî çêbûye ku têkoşînê dikin û herî zêde bar li ser milê wane. Têkoşîn û berxwdanek lazim dike ku em vê madeyê di nava civaka xwe derxînin. Herî dawî jî em vê rojê û vê semînerê diyarî tevahî jinan dikin. 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin.”

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.