Tulay Hatîmogullari: Em ê qeyûmên diz bişînin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku wê gel di 31’ê Adarê de bersiva qeyûman bide û got: “Em ê teqez van qeyûman bişînin. Qeyûmên diz pereyên gel dizîn. Em ê wan dizan bişînin cihên ku jê hatine.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel Namzedên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk li navçeya Stewra Mêrdînê bi gel re hevdîtin pêk anîn.

Tulay Hatimogullari û heyeta pê re di ketina navçeyê de bi awayekî girseyî bi gulan hatin pêşwazîkirin. Ji ketina navçeyê heta qada hevdîtinê bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ meşiyan. Di qada hevdîtinê de bi silavdayîna namzedên hevşaredariyan ên DEM Partiyê dest pê kir.

‘Em ê qeyûmên diz bişînin’

Tulay Hatimogullari bang li gel kir û diyar kir ku Stewrî wê li dora namzedên hevşaredariyên DEM Partiyê kom bibin û amade ne bersiva herî bihêz bidin qeyûman û ev tişt anî ziman:

“Mêrdîn baxçeyê bihuştê yê xwişkîtî û biratiya gelan e. Xwezî xwişkîtî û biratiya gelan li her derê pêk bihata. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê nikaribû me di hilbijartinê de têk bibe, serî li tayînkirina qeyûman da. Qeyûm diz in, hewl dan îradeya gel bidizin. Qeyûman hewl dan mafê dengdanê û hilbijartinê ji gelan bigrin. Qeyûm dijminên ziman û çandê ne. Li şaredariyên ku em qezenc dikin em girîngiyê didin ziman û çandê. Li şaredariyên ku em bi rê ve dibin, her kes bi zimanê xwe yê zikmakî xizmetê dike. Em soz didin ku em ê dizan bişînin û her kes bi zimanê xwe xizmetê bibîne. Qeyûm li vir weke gelek cihan tabelayên Kurdî rakirin. Em ê teqez dijminên zimanê dayikê bişînin. Qeyûmên diz pereyên gel dizîn. Em ê van dizan bişînin. Qeyûm li Stewrê re rê çênekir, tu tişt nekir û şaredariyê xist bin deynan. Hemû xizmetan pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Ew ne ji bo xizmetê, bêyî bên hilbijartin ji hêla qesrê ve li hemberî vîna gel hatin şandin.”

‘Em ê bi hev re govenda serkeftinê bigerînin’

Tulay Hatimogullari di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Hûn ê piştgiriya herî mezin bidin DEM Partiyê ku xwişkîtî û biratiya gelan diparêze. DEM Partî partiya gel e. Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê. Em ê herin ser sindoqan, ji bîr nekin ku dema DEM Partî şaredariyê bi rê ve bibe, hûn ê bi zimanê xwe yê zikmakî xizmetê bibînin, Em ê careke din feraseta azadiya jinan, şaredariya demokratîk a ekolojîk nîşanî dost û dijminan bidin. Em xwişkên Jîna Emînî ne û em ê bi 'Jin jiyan azadî' biçin hilbijartinê. Em ê bi îzna Xwedê û piştgiriya we Stewrê bigrin. Em ê di 31’ê Adarê de bi hevserokên xwe re li vê qadê govenda serkeftinê bigerînin."

Piştî axaftinan Tulay Hatimogullari û heyeta pê re berê xwe dan Midyadê.