Jinan ji Rihayê bang kirin gotin: Em ê vê tarîtiyê derkevin

Li Rihayê jinan, destnîşan kirin ku Tirkiye di mijara cinayetên jinan de di cîhanê de di rêza yekemîn de cih digre û diyar kirin ku ew ê li dijî her cure cihêkarî û tundiyê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Rihayê der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê da. Tevî pêkhateyên platformê, Namzeda Hevşaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Gulşen Ozer û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî şer, tundî û xizaniyê aştiyê, jiyana xwe û mafên xwe diparêzin” hat vekirin û lolîpopên ku li ser “Ji qirkirina jinan re na”, “Cînayetên jinan polîtîk in” dinivîsand hatin hilgirtin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Ulutaş anî ziman ku destkeftiyên jinan ne bi hilbijartinê, di kolanan de bi têkoşînê tên bidestxistin.

‘Em ê dengê jinan bilindtir bikin’

Ozlem Ulutaş, diyar kir ku Tirkiye yek ji welatên herî zêde zewaca bi darê zorê lê tê kirin e û wiha got: “Tirkiye di nav welatên ku welidandina zarokan di bin temenê 19 salî de pêk tê de yekemîn e. Tevî ku tedbîrên parastina ji tundiyê ji bo jinan hene jî yek ji welatên ku cinayetên jinan herî zêde lê çêdibin Tirkiye ye. Di warê civakî û aborî de di nav welatên herî zêde yên cihêkarî lê tê kirin de yekem e. Ozlem Ulutaş da zanîn ku ew ê li dijî her cure cihêkarî û tundiyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Ji Rojava heya Filîstînê, ji Efxanistanê heya Îranê, em ê deng, gotin û çalakiya jinan mezintir bikin û vê tarîtiyê bi hev re li pey xwe bihêlin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.