Tora Bijîşkên Sûdanê: Di êrîşên li ser Kordofana başûr de 27 kes hatin kuştin
Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî li ser zêdebûna pevçûnan kir û bang kir ku sivîl nebin hedef. Di êrîşên hêzên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê, li Kordofana Başûr de 27 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn mirin.
Navenda Nûçeyan – Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di êrîşên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur li ser deverên El-Qardoud û Ebû Hamama yên Eyaleta Kordofana Başûr de 27 kesên ku çar ji wan zarok bûn, hatine kuştin û yên din jî birîndar bûne. Êrîş ji ber pevçûnên berdewam ên bi eşîra Atoro re ku li herêmê dijîn, derketin.
Torê destnîşan kir ku êrîşan pêleke mezin a koçberiyê di nava sivîlan de ber bi devera Ebû Hîtan û Kaduglî ya paytexta dewletê ve rakiriye. Torê tekez kir ku hedefgirtina sivîlên bêçek binpêkirineke eşkere ya zagonên mirovî yên navneteweyî ye.
'Êrîşan rawestînin û alîkariyê bigihîjînin sivîlan'
Torê hişyarî da ku berdewamiya van binpêkirinan dê pevçûnê li Kordofana Başûr berfireh bike û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û mirovî kir ku êrîşên tolhildanê û hedefgirtina sivîlan rawestînin, alîkariya mirovî ji kesên koçber û yên bêwar re mîsoger bikin.
Bi deh hezaran kes ji warên xwe koçber bûne
Ji 25'ê Cotmehê vir ve, Kordofana Başûr digel Eyaletên Kordofana Bakur û Rojava, şahidiya pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û hevalbendê wê Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê de dike ku ev yek di mehên dawî de bûye sedema koçberbûna bi deh hezaran kesan.
Ji Nîsana 2023'an vir ve, RSF bi artêşa Sûdanê re din ava pevçûnan de ye, ev yek bûye sedema birçîbûn her wiha mirina bi deh hezaran Sûdaniyan û koçberbûna nêzî 13 milyon kesan.