Hişyariya zanyarên Îranî: Têkiliya me ya bi cîhana derve re tê sînorkirin

Komek ji navdarên cîhana zanistî û rojnamegeriyê ya Îranî diyar kir ku kontrolkirina çalakiyên akademîk ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve dê saziyên zanistî zêdetir bike bin zext û kontrola siyasî.

Navenda Nûçeyan – Komek nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û çalakvanên civaka sivîl pejirandina rêziknameya planeke nû ya bi navê "Berxwedana li dijî bandora xizmetên îstîxbaratê û saziyên biyanî" şîrove kir. Komê ev wek gaveke ji bo zêdekirina zextên ewlehiyê û sînordarkirina azadiya akademîk, azadiya derbirînê û têkiliya bi cîhana derve re ragihandin.

Sînorkirina azadiya akademîk û têkiliyên derve

Kesên ku daxuyanî îmze kirine, diyar dikin ku ev plan dê qada destwerdana dezgehên ewlehiyê di çalakiyên akademîk û zanistî de zêde bike. Di wê baweriyê de ne ku dê bibe sedem ku rojnamevan, nivîskar, xwendekar û profesor bi sînorkirinên nû re rûbirû bimînin.

Li gorî bendên planê, hemû çalakiyên zanistî, rewşenbîrî û têkiliyên bi saziyên biyanî re dibe ku bi destûra dezgehên ewlehiyê ve girêdayî bin. Wezareta Îstîxbaratê dê mecbûr be lîsteya ew hikûmet, zanîngeh û saziyên biyanî yên ku burs, alîkariyên perwerdehiyê, peyman, memorandûmên têgihîştinê û organîzekirina çalakiyên zanistî dabîn kirine, biweşîne.

Metirsiya zextên ewlehiyê ya li ser zanîngehan

Her wiha îmzekaran hişyarî dan ku ev sînorkirin dê têkiliya akademîsyen û lêkolînerên Îranî bi navendên zanistî yên navneteweyî re asteng bikin û qada akademîk bêtir bikin bin kontrola ewlehiyê.

Daxuyaniyê  tekez kir ku ev plan berdewamiya polîtîkayên ku bi "Şoreşa Çandî", girtina zanîngehan û hewldana îslamîzekirina zanistên mirovî û civakî dest pê kirine ye. Îmzekaran diyar kir ku divê çalakiyên zanistî, lêgerîna zanînê, têkiliya bi cîhanê re û azadiya ramanê wekî mînakên "sûc" an "sîxuriyê" neyên dîtin.

Banga ji bo berxwedana sivîl

Di dawiya daxuyaniyê de, îmzekaran bang li rojnamevan, nivîskar, xwendekar û profesoran kir ku bi awayekî sivîl li dijî vê planê rawestin û nerazîbûna xwe nîşan bidin; her wiha daxwaz kirin ku qada diyalogê ya li ser şer, cezayên aborî û polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê bê berfirehkirin.

Di nav îmzekarên destpêkê yên vê daxuyaniyê de navên wekî Homa Hoodfar, Azadeh Kian, Faraj Sarkouhi, Mehrdad Darvishpour, Mohammadreza Nikfar, Mansoureh Shojaei, Alireza Behtoui, Effat Mahbaz û Monireh Baradaran cih digirin.