TJK-E bertek nişanî êrîşên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a ên li dijî gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşa li ser Bendava Tişrînê bi rê ketin da û got: Ev êrîş bi taybet li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye.”

Navenda Nûçeyan- TJK-E’yê wiha got, “Di van rojan de ku li gelek bajar û navendên Ewropayê bi taybetî li Fransayê li dijî komkujiyên Parîsê amadekariyên çalakiyên protestoyî tên kirin, divê gelê me bi heman ruhê seferberiyê xwedî li deskeftiyên xwe derkeve, piştgiriyê bi gelê Rojava re bike û bûyerên li herêmê diqewimin bi raya giştî re parve bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurdistanê bêyî navber dewam dike. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tişrînê tê zanîn. Bi hezaran kes vê siharê ji bo êrîşên li ser Bendava Tişrînê protesto bikin û piştgirî bidin şervanên QSD’ê ku li dijî êrîşan li ber xwe didin, ber bi Bendava Tişrînê ve herikîn.

Ev êrîş li ser deskeftiyên şoreşa jinê ye

Piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser xetereya hilweşîna bendavê, konvoyên ku ji bo xwedîlêderketina li bendavê bi rê ketin hatin hedefgirtin û agahiyên şehîd û birîndaran tên.

Her carê ji aliyê tevgera me ve hatiye diyarkirin ku ev êrîşên li ser deskeftiyên Rojava li dijî tevahiya gelê Kurd û bi taybetî li ser şoreşa jinê ye. Di van rojan de ku li gelek bajar û navendên Ewropayê bi taybetî li Fransayê li dijî komkujiyên Parîsê amadekariyên çalakiyên protestoyî tên kirin, divê gelê me bi heman ruhê seferberiyê xwedî li deskeftiyên xwe derkeve, piştgiriyê bi gelê Rojava re bike û bûyerên li herêmê diqewimin bi raya giştî re parve bike.

Em jî divê bi heman ruhê diwarên tarî ku Sara, Rojbîn û Ronahiyan şikandin derbas bikin, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û li qadan bi rengên xwe dengê xwe bilind bikin.”