TJA’yê starta xwe ya 25’ê Mijdarê li gundê Nagîhan Akarsel da

TJA'yê li ser gora Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin mêrasima bîr anî pêkanî û starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da.

Konya – Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ku dê bi dirûşmeya "Li dijî faşîzm û qirkirina li ser jinê niha dema azadiyê ye" pêkbîne, li ser gora Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin ê li gundê Xelîkan (Gulyazi) ê Cîhanbeylî ya Konyayê da.

 

Aktivîstên TJA'yê, Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkun, endamên PM’a HDP'ê, jinên ji atolyeya Jinolojiyê, Rêxistinên HDP'ê yên Enqereyê û hevalên Akarsel jî di merasîma bîranînê de amade bûn. Polîsan goristan dorpêç kirin. Jinan di nava dorpêça polîsan de beybûn û qurnefîl danîn ser gora Akarsel. 

Aktîvîsta TJA'yê û ji Atolyeyên Jineolojiyê Derya Aslan di merasîmê de axivî û got dê têkoşîna Akarsel bidomînin. Piştre jî Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got ku Akarsel bi 11 guleyan hat qetilkirin û ev gule li dijî têkoşîna jinên kurd bûn. Başaran, bi domdarî bi lêv kir ku dê dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin.

Çalakvan, piştî merasîma bîranînê çûn serdana dayika Akarsel û ji gund derketin.