Du zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

Li Hatayê di nav dû rojan de 2 zarokên karker ên di sektora narinciye de dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku 2 zarokên li navçeya Erzîn a Hatayê dixebitin rojekê bi navber jiyana xwe ji dest dan. Dema Dîcle Nur Selçuk di kargeha ku lê dixebitî de di cînayeta kar de hat qetilkirin, cenazeyê Fîdan Tunç a ku di baxçeyê narinciye de dixebitî û 3 rojan winda bû, li baxçeyekî din ê narinciyan de hat dîtin.

Dicle Nur Selçuk a 14 salî ya ku di fabrîqeya pakkirina narinciyê de dixebitî, duh êvarê di derdora seat 22.00'an de cilê wî ket ber çerxa makîneyê. Dîcle Nur Selçuk a ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erzînê, tevî hemû mudaxeleyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok ji bo definkirinê şandin bajarê wî Amedê, Pîranê.

Cenazeyê wî hat dîtin

Fîdan Tunç a 15 salî ku li Taxa Turunçluyê di baxçeyê narinciyê de dixebitî 3 roj berê winda bû. Li ser serlêdana malbata wê ya li polîsan, li herêmê ji bo Fîdan Tûnç lêgerîn hat destpêkirin. Cenazeyê zarok 5 kîlometre dûrî cihê ku lê wenda winda bû, li baxçeyekî din ê narinciye hat dîtin.