TJA û Meclîsa Jinan a DEM’ê bi jinên mexdûrên erdehejê re civiyan

Meclîsa Jinan a TJA û DEM’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Semsûrê bi jinên di erdheja semsûrê de mexdûr bûne re hevdîtin kirin.

Semsûr-Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya 8'ê Adarê de berê xwe dan Semsûrê û bi jinên mexdurên erdhejê re civiyan. Li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenter, namzet û siyasetmedarên DEM Partiyê û nûnerên saziyên jinan tevlî daxuyaniyê bûn. 

‘Jin ji hêla desthiladariyê ve hedef tê girtin’

 Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û piştevaniya jinan. Halîde, diyar kir ku desthilatdarî wekî her tim piştî erdhejê mexduriyeta ku li herêmên erdhejê derket holê nedît û pirsgirêkên ku jin dijîn nedît û got: "Em zîhniyeta talanker a desthilatdariyê teşhîr bikin. Em ji bo piştevaniyê hatin li vir."

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha axivî: "Rojên borî di nav rojekî de 8 jin hatin qetilkirin. Lê desthilatdarî daxuyaniyek jî neda. Jin ji hêla desthilatdariyê ve hedef tê girtin. Xebatên jinan tên astengkirin. Li herêmên erdhejê jin bi şîdetê re rûbirû dimînin, zarok tên îstîsmarkirin. Lê em ê piştevaniya xwe di 8'ê Adarê de mezin bikin û mafê jiyanê biparêzin. Em ê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad têkoşîna xwe mezin bikin."

Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi bajarê konteynêrê ve meşiyan. Li vir bi jinan re hevdîtin hat kirin. 

Her wiha malbata Pinar Bulunmaz a ku di 23'yê Sibatê de ji hêla mêrê ku pêrê zewicandî Ridvan Bulunmaz ve hatibû qetilkirin, hat ziyaretkirin. Her wiha serdana gora Pinarê jî hat kirin.