Meclisa jinên Ereb banga beşdariya pîrozbahiyê li jinan kir

Bi boneya 8’ê Adarê jinên Ereb ên Şengalê semînerek li dar xistin û bang li hemû jinên Şengalê kirin ku roja 8’ê Adarê li bexçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê roja 8’ê Adarê pîroz bikin.

Şengal-Di çarçoveya xebat û amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, Meclisa Jinên Ereb bi beşdariya jinên ciwan û meclisa gel a Ereban a Şengalê semînerek li dar xist û li ser girîngiya 8’ê Adarê nîqaş kirin.

Semîner ji aliyê endama rêveberiya meclisa jinên Ereb Fatma Mustefa û Fida Wesma ve hat birêvebirin.

Endama rêveberiya jinên ciwan Merwa Fadil ji ajansa me re axivî û wiha got: “Îro li gundê Bîrcarî em weke jinên ciwan û meclisa jinan û hwd... kom bûn û me semîner li ser 8’ê Adarê li dar xist. Em 8’ê Adarê li her kesê pîroz dikin û bi taybetî li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin. 8’ê Adarê roja berxwedan û tekoşînê ye.”

‘Roja 8’ê Adarê li dayikên şehîdan pîroz be’

Endama meclisa jinên Ereb Siham Casim jî ji me re axivî û da zanîn ku pêwîst e hemû jin li ber xwe bidin û wiha got: “Roja jinan her sal em bi serbilindî pîroz dikin. Em vê rojê li hemû dayikan û bi taybetî li dayik û xwişkên şehîdan pîroz dikin. Em dibêjin jin berxwedêr û bihêz in û natirsin, bi vî hestî em têdikoşin. Jin pêwîst e bi her şêwazê li ber xwe bidin, ji ber ku hêza wan heye. Em bang dikin ku di roja 8’ê Adarê de her kes berê xwe bide bexçeyê Serok Apo û cejna jinan pîroz bike.”