TJA li Peyasê atolyeya polîtîkayên şerê taybet li darxist

Jinan li navçeya Peyasê di atolyeya polîtîkayên şerê taybet hatî nîqaşkirin de, hatin ba hev.

Amed- Xebatên atölyeye ya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî polîtakayên şerê taybet dane destpêkirin, li navçeya Peyas ya Amedê didome.

TJA û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya xebatên li dijî tacîz, desdirêjî, fihûş, tiryak û sîxûrkirinê hatine destpêkirin de duh li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Peyas a Amedê atolye li dar xist.

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar jî di nav de gelek jin tev li bûn. Jinan, bandora polîtîkayên şerê taybet û şêweyê têkoşîna li dijî van polîtîkayan nîqaş kirin.