TAJÊ:Heta dawiyê em ê li pey azadiya Rêber Apo bin

TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku dê heta dawiyê li pey azadiya wî bin.

Şengal-Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro li navenda xwe ya Sinûna Şengalê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Xweser a Serdeştê Kinê Xidir ve hat dayîn.

‘Heta dawiyê em ê li pey azadiya Serok Apo bin’

Kinê Xidir diyar kir ku ew wek TAJÊ tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û wiha got: “Ev çend sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. RêberApo fîlozofek e û ji ber fikrên wî li her derê cîhanê deng vedaye tê tecrîdkirin. Ji fikrên wî ditirsin ji ber vê nahêlin hevdîtin pê re bê çêkirin. Em wek jinên Êzidî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Ev 25 sal in Rêbetî li Îmraliyê tê ragirtin û tevî her tiştî xwe radest nekir û nake jî. Îro dewlet bazarî li ser Rêber Apo dikin lê dê bi ser nekevin.  Heta dawiyê em ê li pey fikir û doza Rêber Apo bin, em ê li pey azadiya wî bin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Ala Şingalî û endama Meclisa Xweser a Borikê Tewrê Hisên jî têkildarî tecrîdê ji ajansa me re axivîn.

‘Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her tiştî bikin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Ala Şingalî diyar kir ku ev çend sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo fikreke azad e, civakan azad dike û ji bo hemû civakan pêwîst e. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo tê girankirin. Wek jinên ciwan ên Êzidxanê, wek tevgera jin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me bê xwestin û çi ji destê me bê em ê bikin. Fikrên Rêber Apo jinên Êzidî ji bindestî û qetlîmê xilas kir, ji bo vê jî çi erk û berpirsyarî bikeve ser milê me em ê bikin û heta dawiyê em ê li pey vî fikrî û felsefeyê bin.”

‘Em ê her li ser fikrên Rêber Apo bimeşin’

Endama Meclisa Xweser a Borikê Tewrê Hisên jî ev tişt anî ziman: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me daxuyaniyek da. Rêber Apo ev 25 sal in li zindanê ye û ev sê sal in jî bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji bo me jin û dayikên Êzidî tiştek bê qebûlkirin nîn e ku Rêbertî li zindanê be. Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Serok Apo xwe pêş bixin û em ê li ser fikrên wî bimeşin. Çi tişt bikeve ser milê me em ê pêk bîni.”