Li Xezayê konferansek li ser beşdariya jinan a siyasetê hat lidarxistin

Li Xezayê ji bo nîqaşkirina lawaziya beşdarbûna jinan di qadên siyasî û civakî yên li Filistînê û girîngiya rola jinên Filistînî ya di civakê de, Weqfa Hevbendiya Aştiyê ya Filistînê konferansek ciwanan li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Li Xezayê Weqfa Hevbendiya Aştiyê ya Filistînê ji bo nîqaşkirina lawaziya beşdarbûna jinan a di qadên siyasî û civakî yên li Filistînê, girîngiya rola jinên Filistînî ya di civakê de û bandora wan li ser pêvajoya biryargirtinê, konferansek ciwanan li dar xist.

Dr. Samiya El-Xesîn got ku dagirkeriya Israîlî li ser astengkirina hilbijartinên di navbera Şerîa Rojava û Xezayê de berdewam e û wiha axaftina xwe domand: "Vê yekê rê neda jinan ku bikevin qada hilbijartinan û di meclîsa zagonsaz û nûnertiyê de cih bigirin. Parçebûna siyasî astengiyek din e, ji ber ku hemû encamên wê di kursên siyasî, civakî û çandî de şiyana jinan a beşdarbûna siyasî û gihîştina cihên biryardanê sînordar dike. Çanda civakê ya serdest jî jinan ji bikaranîna mafên wan bêpar dihêle. Astengiyên aborî û qanûnî jî hene, wek vekişîna jinan ji bazara kar û rêjeya bilind a bêkariya jinan ji ber nebûna hêza wan a aborî."

“Pêkanîna konferansê peyameke zelal e”

Mamosteya Têkiliyên Navneteweyî û Dîplomasiyê Zehra Ebû Şeban jî wiha got: "Rêjeya nûnertiya jinan di cihên biryardanê de zêde nebûye û ji ber vê yekê di bidestxistina mafên ku bi pêdiviyên taybet ên jinan re hevseng in, nehevsengiyek heye. Pêkanîna konferansê peyameke zelal a beşdarbûna jinan, coş û xwesteka wan a xurt e ji bo bidestxistina cihekî ku pêwîstiyên wan di sîstema siyasî ya Filistînê de pêk bîne."

Yek ji beşdarên konferansê Huda Naîm jî wiha axivî: "Rêjeya hebûna jinan di civaka Filistînê de ji sedî 49 e û ev yek delîlek teqez e ku jin nîvê civakê ne, ji ber vê yekê divê nûnertiya wan di postên biryardanê de bi rêjeya wan a li Filistînê re hevseng be. Şiyana jinên Filistînê heye ku bi pêvajoya hilbijartinê re rû bi rû bimînin û postên bilind bigrin."