Tevgera Ciwanên Pêşverû ya Suryanî êrîşên li ser Til Temirê şermezar kir

Îro Tevgera Ciwanên Pêşverû yên Suryanî li navçeya Til Temirê bi armanca şermzarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî qiraxa Çemê Xabûrê li Til Temirê, meşek li dar xistin.

Hesekê- Li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes li ser piyan e. Îro jî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Til Temir heya Dêrik û Şehbayê, Tevgera Ciwanên Pêşverû yên Suryanî di bin dirûşma "Na ji polîtîkayên qirkirinê li ser neteweyên herêmê" re li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin. Meşa ku ji Çarxeriya Biratiya Gelan dest pê kir li çarxereya Ş. Qendîl a giştî rawestiya. Di meşê de dirûşmên ku dagirkeriyê şermezar dikin hatin berzkirin. Piştî ku meş li çarxeriyê rawestiya Miryana Îsa Hevseroka Tevgera Ciwanên Pêşverû yên Suryanî bi zimanê Erebî daxuyaniyek da.

“Dewleta tirk sewqiyatên xwe li dijî bakur rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye”

 Di daxuyaniyê de bal hat kişandin krîza Sûriyeyê û guhertinên siyasî, leşkerî û aborî hat kişandin û wiha domiya: "Tevî krîza Sûriyeyê û guhertinên wê jî di vê dema dawî de dewleta tirk a dagirker sewqiyatên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye, ev yek ligel şerê taybet ê ku dide meşandin ku armanc jê ew e ewlehiya herêmê, hevgirtina gelan têk bibe û rewşeke ne aramiyê ava bike. Her wiha armanca dagirkeran ew e ku osmaniyeke nû pêk bînin, çarenûsa gelê herêmê bixin destên xwe û guhertineke demografîk pêk bîne. Bêguman gelên resen ên vê axê dan koçberkirin ji Xabûrê heya Til Temir, Serêkaniyê û Girê Spî û gelek herêmên din. Ev proje ji xetertirîn û mezintirîn projeyên dagirkeran in û dibin kelemek li hemberî çareseriya siyasî.”

“Bi êrîşan dixwazin Aşûrî û Suryaniyan bidin koçberkirin”

Di daxuyniyê de êrîşên li ser Til Temirê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: "Dagirkerên ku niha axa Til Temirê û gundewarên wê dikin hedef, armanc koçberkirina Suryanî Aşûriyên mayî ye. Êrîşên îro komkujiya beriya sed salan tîne bîra me ku her kes dizane komkujiya Sêfo çawa bû. Em wekî Tevgera Ciwanên Pêşverû yên Suryanî piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî Meclisa Leşkerî ya Suryanî MFS, Hêzên Sotoro, Sotoro Jin, Hêzên Parastina Jinên Beyth Nehrên HSNB yên ku bi bawerî parastina vê axê kirin û gelek bedelên giranbuha dan."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî Tevgera Ciwanên Pêşverû hemû polîtîka û siyasetên Tirkiyeyê li dijî xwe şermezar dikin, dagirkerî û binpêkirinên li dijî mafên mirovan ku dikeve rêza sûcên şer qebûl nakin. Em bang li saziyên mirovî û hiqûqî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwestên cidî û şênber li dijî dagirkeriyê bigrin, her wiha projeya Tirkiyeyê ya bicihkirina niştecihan bisekinîn û biryara 2264 a çareseriya siyasî bixin meriyetê."