"Em dixwazin hemû dayikên qurbaniyên xwepêşandanên Mijdara 2019'an werin berdan"

Nêzî 500 malbatên qurbaniyan, çalakvanên sendîkayî û sivîl li Îranê daxwaza berdana bilez a dayik û xizmên qurbaniyên xwepêşandanên Mijdara 2019'an kirin.

Navenda Nûçeyan - Nêzî 500 malbatên qurbaniyan, çalakvanên sendîkayan û sivîlên li hundirê Îranê bi daxuyaniyekê berdewamiya binçavkirina dayik û xizmên qurbaniyên xwepêşandanên Mijdara 2019'an şermezar kirin û daxwaza berdana wan kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Girtina xizmên mexdûran di hucreyên yekkesî de karesateke bi êş e. Em daxwaza serbestberdana hemû dayik qurbaniyên xwepêşandanên Mijdara 2019'an ku di nav wan de Nahîd Şerbîşe dayika Pouya Bextiyarî ku yek ji qurbaniyên xwepêşandanên sala 2019'an de, Mehbûba Remedanî û Rehîme Yûsif Zade hene dikin."

Li gorî hin agahiyan, saziya dadweriya Îranê bi biryarekê Mehbûbe Remedanî û Rehîme Yûsif Zade du dayikên Pejman Qolî Pûrî û Newîd Behbûdî ku di xwepêşandanên sala 2019'an de li Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin, ji bo salekê binçav kir.