Tengava Hurmuz di navbera Îran û DYE bûye navenda aloziyê

Piştî ku CENTCOM’ê 90 hedefên Îranê xistin, Muhafizên Şoreşê jî bi mûşek û dronan bersiv da baregehên Emerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê. Ev şerê dualî tirs û fikarên şerekî mezin ê li herêmê dide avakirin.

Navenda Nûçeyan – Dema ku lîderên NATO’yê li Enqerê civîna lûtkeyê pêk tînin, CENTCOM’ê ragihand ku di pêla duyemîn a êrîşan de nêzîkî 90 hedefên leşkerî yên li başûrê Îranê hatine lêdan. Tevî ku delîlekî rasterast di navbera êrîşan û lûtkeya NATO’yê de tune ye jî, pispor hişyarî didin ku ev qeyran dikare bandoreke giran li ser ewlehiya enerjiya cîhanî bike.

Pêla Duyemîn a Êrîşên Berfireh li Parêzgehên Îranê

Di du rojên borî de parêzgehên wekî Hurmuzgan, Buşehr, Gîlan, Şîraz û Kerman rastî êrîşên berfireh hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî, herêma derdora Bendar Ebas, Çabahar û peravayên Tengava Hurmuzê bûn hedef. Di van êrîşan de îskele, navendên kontrola trafîka deryayî, depoyên lojîstîkê û binesaziya bendergehê zirar dîtine. Ev rewş nîşan dide ku operasyon êdî ji peravên başûr derbasî hundir bûye.

CENTCOM: Armanc kêmkirina kapasîteya êrîşên li ser keştiyan e

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di vê pêla nû de pergalên parastina hewayî, alavên çavdêriyê, depoyên mûşek û dronan hatine lêdan. Karbidestên Emerîkî diyar kirin ku ev operasyon berdewamiya êrîşên şeva borî ye ku tê de 80 hedefên leşkerî û zêdetirî 60 botên bilez ên Pasdarên Şoreşê hatibûn hedefgirtin. Armanca sereke, parastina keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê ye.

Zirara li bendergeha stratejîk a çabaharê

Televîzyona dewletê ya Îranê piştrast kir ku di êrîşan de zirar gihîştiye Îskeleya Şehîd Beheştî, Îskela Kelantarî û birca kontrola trafîka deryayî ya li Çabaharê. Çabahar ku li ser peravên Kendava Omanê ye, wekî yek ji navendên herî girîng ên lojîstîk û aborî yên Îranê tê qebûlkirin û zirara li vir dikare bandoreke giran li ser veguhastina deryayî bike.

Gef li ser ewlehiya enerjiyê û bersiva muhafizên şoreşê

Tengava Hurmuzê ku di hinardekirina petrol û gaza xwezayî ya cîhanê de xaleke krîtîk e, niha di navenda aloziyeke mezin de ye. DYE diyar dike ku ev êrîş bersivek e ji bo binpêkirina agirbestê ji aliyê Îranê ve. Li aliyê din, Muhafizên Şoreşê ragihandin ku wan jî wekî bersiv, bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê kiriye.

Ev geşedanên ku bi Civîna Lûtkeya NATO’yê re hevdem pêş dikevin, fikarên li ser aboriya Îranê û ewlehiya navneteweyî zêdetir dikin.